Êrîşên bi ser Rojava li Qoserê hatin protestokirin
Li navçeya Qoserê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên protestokirin
Li navçeya Qoserê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên protestokirin
Li navçeya Qoser a Mêrdînê bi sedan kes ji bo bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidin, pankarta “Rojava Rûmeta Me Ye” vekirin û bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” meşiyan.
Girse ji gelek deverên bajêr ber bi Qada Azadiyê ve meşiya. Welatiyên li derdorê jî bi çepik û tilîliyan piştgiriya wan kirin û ajovanan jî bi qorneyê piştgiriya xwe dan der.
Gava girse gihîşt qadê rastî astengiyên polîsan hatin. Lê ji ber ku welatiyan li ber xwe da û şêniyên li derdorê jî ji şaneşînên malên xwe û li ser banên xwe piştgiriya xwe dan der, êrişa polîsan pûç bû û meş li kuçeyan dewam kir.
Girse piştî meşê belav bû.
Hat hînkirin ku di êrişa polîsan de ya li meşê, gelek kes hatine binçavkirin.