Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Nêzî sê sal in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin û tecrîdek girankirî tê pêk anîn. Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di heman demê de birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi heman daxwazê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer ji bo bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê pêk bînin hefteyê 2 caran serlêdan dikin, lê belê nikarin bersivek erênî an jî neyînî werbigirin.

Di nava 12 salên dawî de parêzeran karîbûn tenê 5 caran hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin. Hevdîtina herî dawî parêzeran di 7'ê Tebaxa 2019'an de pêk hatibû.