Nivîskar û lêkolînerê Misrê pisporê karûbarên Kurd-Tirkan Mohsen Awadallah têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî.
Mohsen Awadallah destpêkê diyar kir ku êrişên vê dawiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin beşek ji şerê neexlaqî yê ji dema damezrandina komara Tirkiyeyê ve li ser gelê Kurd tê meşandin û got, "Zêdetirî 100 sal in ku ji damezrandina xwe ve Tirkiye ji bilî Kurdan tu dijminekî din nedîtiye û armanca wê ya yekem tunekirina wan e, koçberkirin û dagirkirina herêmên wan e.
Tiştê ku niha Tirkiye dike jenosîd e, ji ber ku jiyana li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî dike armanc. Êrişî binesaziya herêmê dike; hewl dide stasyonên ceyran, avê û bîrên petrolê tune bike. Her tiştên ku niha Tirkiye dike ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e."
Mohsen Awadallah bi dewamî got, "Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tiştekî ecêb e. Bi dehan sal in ku ti helwesteke navneteweyî li hemberî kiryarên Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîne, ji ber heta ku berjewendiyek hevbeş hebe helwest wê tunebe. Lewma bila gelê Kurd, kadroyên Kurdî û berxwedana Kurdî li benda helwestekê ji DYE'ê yan jî Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropî nemînin. Ev dewlet û rêxistin wê çavê xwe ji binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser Kurdan re bigirin."
Mohsen Awadallah ragihand ku plana dewleta Tirk bi hevkariya navneteweyî û bêdengiya cîhanê tê kirin û got, "Lewma ji bo bidawîkirina van binpêkirinan ji bilî berxwedanê ku çareseriya rûbirûbûna her dagirkeriyê ye, ji bo Kurdan tune ye. Eger bi milyonan şehîd hebin, cîhan niha mijûlî parastina Îsraîlê û parastina wê ji berxwedana Filistînê ye, ku karîbû cîhanê neçar bike ku bikeve tevgerê û doza Filistînê vegerîne."