ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî van êrîşan wê bêne şopandin.

- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî bi komploya navneteweyî dîl hate girtin kete nava berxwedaneke bênavber û got, di nava 25 salan de kir ku şoreşa Kurdistanê bigihêje vê astê.

- Hevseroka Wanê ya TUHAD-DER'ê Edîbe Babûr anî ziman ku tecrîd ji Îmraliyê belavî hemû girtîgehan bûye û got, "Li girtîgehan êşkence û zilm heye."

- Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ragihand ku pêwendiya êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk bi tecrîda li Îmraliyê heye û got, "Bi têkoşîneke rêxistinbûyî û bi biryar em dikarin tecrîdê bişikînin."

- Ji rêveberiya COSATU Motlasi Tsubani işaret bi şert û mercên metirsîdar ên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan kir û got, "Pîvanên Mandela bi cih bînin, dawî li tecrîdê bînin."

- Serokê Wan Çev-Der'ê Alî Kalçik ragihand ku li ser sînor dîwarê ji 200 kîlometreyî hatibe lêkirin jî derbasbûna penaberan dewam dike û destnîşan kir ku armanc ji lêkirina vî dîwarî ewlekariya sînor nebû, armanc parçekirina sosyolojiya Kurdan bû.