ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirinê yên li hemberî êrîşan wê bêne şopandin.

- KCK'ê got, êrîşên ku li Îsraîl û Fîlîstînê bûne sedema mirina bi hezaran kesî divê tavilê bisekinin û destnîşan kir ku bi qasî êrîşên Hamasê her wiha nêzîkatiya dewleta Îsraîlê jî nayê qebûlkirin.

- Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed ragihand ku Rêberê Gelê Kurd bi karê xwe yê 20 salan civaka Rojava kir gelekî zane, rêxistinbûyî ku xwedî li nasname, ziman û xaka xwe derdikeve.

- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir ku komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tecrîdê dewam dike û got, "Rêbertî bi berxwedana li Îmraliyê li refên herî pêş li dijî qirkirinê têdikoşe."

- Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Rojhilat esas e û got, "Ev kevneşopiya ku bi şoreşa Jin, Jiyan Azadî dewam kir, bi hêzeke mezin ber bi serketinê ve diçe."