Li 9 bajaran operasyona qirkirina siyasî

Di operasyonên qirkirina siyasî de yên li 9 bajaran herî kêm 31 kes hatin binçavkirin.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya ragihand ku li Riha, Mêrdîn, Wan, Semsûr, Îzmîr, Isparta, Meletî û Manîsayê bi îdîaay "endametiya rêxistinê", "alîkariya ji bo rêxistinê", "propaganda rêxistinê" û "fînansekirina rêxistinê" 27 kes hatin binçavkirin.

Li navçeyên Licê û Yenîşehîrê yên Amedê di serdigirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin. Li taxa bejahî ya Hêzanê ya li navçeya Licê Velat Yalçin, Mûstafa û Yahfûr Çelîk hatin binçavkirin. Tê gotin, hejmara kesên hatin binçavkirin dibe ku zêde be.

Li navçeya Yenîşehîrê jî endamê Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê yê berê yê HDP'yî Fûat Yalçin hate binçavkirin.

Biryara 'nepenîtiyê' li ser dosyaya kesên hatin binçavkirin hate danîn.