Li Rihayê 2 girtî hatin sirgûnkirin

Girtiyên siyasî Sînan Çelîk û Mazlûm Dogan Taniş ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê tên girtin sirgûnî girtîgehên din hatin kirin.

Girtiyên siyasî Sînan Çelîk û Mazlûm Dogan Taniş ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê hatin sirgûnkirin.

Çelîk di sala 2015'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 13 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, bi telefonê li malbata xwe geriya û diyar kir ku wî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Konya Ereglî kirine.

Çelîk diyar kir ku ew di hucreya yek kesî de tê hiştin û got ku hefteyekê tu pêdiviyên wî bi cih neanîne.

Çelîk anî ziman ku Mazlum Dogan Taniş jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hatiye kirin. Taniş di sala 2018'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.