ROJANE
Hemû Nûçe
-
HBDH: Em ê faşîzma AKP-MHP'ê di nava xwîna rijandî de bifetisînin!
HBDH'ê bi wesîleya salvegera Cûntaya Leşkerî ya 12'ê Îlonê daxuyaniyek da û got, "Soza me li hevrêyên me yên şoreşger hemûyan e ku di tarîtiya 12'ê Îlonê de me ew ji dest dan: Em ê faşîzmê di nava xwîna ku rijandî de bifetisînin." -
Li Minbîcê ji ber guleya topê ya neteqiyayî ya çeteyan 2 zarok birîndar bûn
Li Minbîcê piştî bomberdûmana dewleta Tirk û çeteyan, guleyeke topê ya neteqiyayî 2 zarok birîndar kir. -
Hevseroka DFG ji bo 'Xelata rojnamevanên herî berxwedêr' bû namzet
Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ya girtî Dîcle Mûftûoglû, ji bo "Xelata rojnamevanên herî berxwedêr" a Free Press Unlimited bû namzet. -
Wezîrê Tirk hedef nîşan da, dadgehê jî girt
Ji 4 ciwanên ku li navçeya Rêya Armûşê hatin destgîrkirin û Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya ew kiribû hedef, 3 jê hatin girtin. -
'Hêzên li pişt 12'ê Îlonê û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê heman hêz in'
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk anî ziman ku hêzên li pişt 12'ê Îlonê û yên li pişt dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê h eman hêz in û got, armanca van hêzan qirkirina Kurdan e. -
ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Konferansa Partiya Çepên Kesk bi dawî bû
Konferansa Partiya Çepên Kesk ku du rojan dewam kir, bi girtina biryaran bi dawî bû. Bênavber têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê û di hilbijartinan de ji aliyê gel ve diyarkirina namzetan hin ji van biryaran e. -
7 sal û 6 meh ceza li Endama Damezirîner a Komeleya Jinan a Rosayê birîn
Li Endama Damezirîner a Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Gezgor 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn. -
Baroya Rihayê: Êşkence li girtiyan tê kirin
Baroya Rihayê, li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê giliyê kesên êşkence û miameleya xerab li girtiyan dikin kir. -
Li Şemzînanê bi awayekî bi guman jinekê jiyana xwe ji dest da
Li Şemzînana Colemêrgê jina bi navê Şîlan Atis bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. -
Li Patnosê cerdevanekî 2 kes kuşt û 2 kes jî bi giranî birîndar kir
Li Patnosa Agiriyê Metîn Tûnç ê ku cerdevan, Bîrsel Tûnç a ku pê re zewicîbû û birayê wê kuşt, 2 jin jî bi giranî birîndar kir. -
Li Panosê li dijî girtiyan êşkence heye: Bi tecrîda li Îmraliyê ve girêdayî ye
Hevserokê Şaxa TUHAYDER'ê ya Wanê Çetîn Uyar nerazîbûn nîşanî êşkenceya hovane ya li dijî girtiyên jin ên li Panosê da û got, “Ev êşkence bi tecrîda li Îmraliyê ve girêdayî ye." -
MED-DER’ê pergala perwerdehiyê ya Tirk protesto kir
MED-DER’ê pergala perwerdehiyê ya Tirk protesto kir û got “Bi milyonan zarokên Kurd ji ziman, heqîqet, nasname û çanda xwe wê werin veqetandin. Li hemberî vê helwesta ku Kurdî înkar dike, em bang dikin.” -
NY ji bo avhewayê hişyarî kir: Siberoja dîstopîk va ye li vir e!
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk bal kişand ser bandorên guherîna avhewayê û got “Siberoja dîstopîk va ye li vir e.” -
Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de didome
"Konferansa Mezin" a ku Partiya Çepên Kesk bi tevlêbûna bi sedan delegeyan di çarçoveya jinûveavakirinê li dar dixe, di roja duyemîn de didome. -
Komîteya PKK-PAJK'ê li dijî zext û bêhiqûqiya li girtîgehan bang kir
Komîteya PKK-PAJK'ê bal kişand ser êşkenceya li dijî girtiyên jin ên li Girtîgeha Patnosê û destnîşan kir ku eger nerazîbûnên girseyî çênebin wê bi destê Hîzbulkontra li civakê belav bikin û li dijî bêhiqûqiyê banga hestiyariyê kir. -
ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ji bo gerîlayên HPG’ê şîn hate danîn
Ji bo gerîlayên HPG’ê Eyup Çelîk û Yilmaz Ûzûn ê hestiyên wî di qûtiyê de rasdestî malbata wî hat kirin li Stenbol Esenlerê şîn hate danîn. -
'Konferansa Mezin' a Partiya Çepên Kesk destpê kir
Partiya Çepên Kesk li Enqereyê bi beşdariya 800 delegeyî dest bi 'Konferansa Mezin' kir. Partiya Çepên Kesk ku beriya konferansê bi beşdariya zêdeyî 30 hezar kesî civînên gel lidar xist, wê ji bo pêvajoya nû nexşeyeke rê destnîşan bike. -
Girtiyê nexweş xwînê verdişe, lê wî nabin nexweşxaneyê
Girtiyê nexweş Şervan Sertkaya ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Kirşehîrê dîl tê girtin, tevî ku bi xwînê verdişe jî wî nabin nexweşxaneyê. -
ROJEVA 10’Ê ÎLONA 2023’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
‘Ger tecrîda Îmraliyê bê rakirin wê qeyran û xitimandin bi dawî bibe’
Di hevdîtina malbatan ku ji aliyê MATUHAY-DER, ANYAKAY-DER û TJA’yê ve hat lidarxistin de hat diyarkirin ku ji bo pêşî li qeyran û xitimandinê bê vekirin divê tecrîda Îmraliyê bê rakirin. -
Serdana malbata şehîd Yîgît hat kirin
Bi sedan kes serdana şîna gerîlayê HPG’ê Haci Alî Yîgît kir ku li navçeya Cizîrê hatiye danîn. -
Bi girseyî çûn serdana şîna gerîla Peyam Demîr
Xelkê Pirsûsê bi girseyî serdana şîn û gora gerîlaya YJA-Starê Peyam Demîr kir. -
Polîsan êrîşî Dayîkên Şemiyê kirin û ew destgîr kirin
Dayîkên Şemiyê yên ku xwestin bimeşin Qada Galatasarayê, dîsa hatin dorpêçkirin. Gelek kes hatin destgîrkirin.