Polîsan êrîşî Dayîkên Şemiyê kirin û ew destgîr kirin

Dayîkên Şemiyê yên ku xwestin bimeşin Qada Galatasarayê, dîsa hatin dorpêçkirin. Gelek kes hatin destgîrkirin.

Dayîkên Şemiyê û Mirovên Şemiyê yên her hefte bi daxwaza aqûbeta windakiriyên xwe bipirsin û faîl bên darizandin li Qada Galatasarayê tên ba hev çalakiya xwe ya 963’yemîn li dar dixin. Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara “binpêkirinê” daye jî çalakiya Dayîkên Şemiyê bi hinceta biryara “qedexe” ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê tê astengkirin. Vê hefteyê jî polîsan hemû kolanên diçin qadê bi bariyeran girtin.

Dayîkên/Mirovên Şemiyê, parazvanên mafên mirovan, parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Mûsa Pîroglû û parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) yê Stenbolê Ahmet Şik jî di nav de gelek kesên ku xwestin ji Cadeya Îstîklalê ber bi Qada Galatasarayê ve biçin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Di vê navberê de rojnamevanên ku xwestin çalakiyê bişopînin bi mertalên polîsan ji qada çalakiyê hatin dûrxistin.

Kurê Fehmî Tosûn ê destgîrkirî hate windakirin, Alî Tosûn ê derveyî dorpêçê bertek nîşanî tiştên qewimîn da wiha got: "Dadgeha Destûra Bingehîn têkildarî çalakiya me dibêje 'binpêkirin heye', dozgerî dibêje 'hewcehî bi peyketinê nîne' lê polîs li vê derê bi awayekî bêhiqûqî hewl dide çalakiya me asteng bike. Weke ku du dewlet hene li vî welatî." Tosûn piştî berteka xwe nîşan da ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin û ber bi wesayîta destgîrkirinê ve birin.

Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Meryem Bars, ji ber dorpêç dirêj bû, bêhna wê teng bû û nerihet bû. Tevî ku Bars aciz bû jî polîsan destûr nedan ku wê derxînin derveyî dorpêçê. Piştî ku demekê hate rawestandin Bars derxistin derveyî dorpêçê. Bars, a demekî dirêj bêhn nestend, piştî ku bi ser xwe ve hat birin ÎHD'ê. Di vê navberê de polîsan Bars heta avahiyê komeleyê şopandin.

Piştî çalakiyê gelek malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan ji aliyê polîsan ve ji hatin destgîrkirin. Hate dîtin ku polîsan de dema destgîrkirinê de tundî li gelek kesan kir.