Doza Kobanê: Muxatabê çareseriyê Abdullah Ocalan e
Siyasetmedara Kurd Gulser Yildirim ku di Doza Kobanê de parastin kir, diyar kir ku muxatabê çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Siyasetmedara Kurd Gulser Yildirim ku di Doza Kobanê de parastin kir, diyar kir ku muxatabê çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Rûniştina yekemîn a danişîna 33’yemîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên Kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hate lidarxistin.
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li bûn. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Cahît Kirkazak û Sûltan Ozcan, Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Sevîlay Çelenk û Yilmaz Hun û gelek kesên din di danişînê de amade bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî tev li danişînê bûn û danişîn bi parastina siyasetmedara Kurd Gulser Yildirim dest pê kir.
Yildirim, parastina xwe bi Kurdî kir û got ku di mutalaayê de delîleke ku parastina wê bikin tune ye. Yildirim, diyar kir ku mutalaa li ser fermana îktîdarê hatiye amadekirin û wiha domand: “Em vê dozê weke doza kompasê dibînin. Dema mijara behsa xeberê dibe berjewendiyên îktîdarê, polîtîkayên xw bi dilrehetî dimeşîne û mirovan jî dike şirîkê van polîtîkayan. Partiya me, ji dil û micid bû şirîkê polîtîkayên çareseriyê. Lê xuyaye ku nejidilbûnek hebû û ev nejidilbûniye îro bi vê dozê li me vegeriyaye.
TU XÊRA ÎNKAR Û TUNEKIRINÊ NEGIHIŞTIYE GELAN
Doza Kobanê 6 sal piştî Pêvajoya Çareseriyê dest pê kir. Bi qasî misqalê tu eleqeya tiştên em pê tên tawanbarkirin bi rêgezên me nîne. Dema me li ser bingeha rêgez û felsefeya HDP’ê polîtîka dikir, polîtîkaya me ji bo jiyana hevpar ev polîtîka dikir. Di polîtîkayên me de dijminatiya li gelan tune ye. Em, polîtîkayên înkar, bêedaletî û tunekirinê yên sed sal in tên domandin rexne dikin. Tu xêra vê zîhniyetê negihiştiye gelên Tirkiyeyê û komarê. Dema mirov li pirsgirêkên Tirkiyeyê yên sed salan dinihêre, dibîne ku di bingeha van êşan û pirsgirêkên însanî, aborî û hiqûqî de ev zîhniyet heye. Tevahiya jiyana me, armanca felsefeya me - hemû civak û reng di bin sîwaneya HDP’ê de hatin ba hev - ew e ku ji bo van pirsgirêkan çareseriyekê peyda bikin.
GELO MA DOZGER EV DOSYAYE JI FIKRÊN NÎJADPEREST CUDA AMADE KIRIYE?
Tevî hevalên xwe em her tim ji bo aştî, azadî û demokrasiyê têkoşiyan. Tu caran hewldaneke me ya ji bo van bûyerên em pê tên tawanbarkirin çênebû. Gelo ma mirov dikare bibêje dozgerê îro derheqê me de ev dosyaye amade kiriye, ev dosya ji fikrên nîjadperest û bi îradeya xwe ya azad amade kiriye? Em nikarin wisa bibêjin. Gelo ditirsin ku ji karê xwe bibin lewma vî karî dikin an ew jî parçeyeke vê zîhniyetê ne lewma dikin? Heke di vê dosyayê de hewldaneke wî ya ji bo tawanbarkirina me hebe, ev yek dilê mirov diêşîne. Heke ji bo ji karê xwe nebin lewma wiha bikin, çima wiha dikin?
GELÊ KURD BEDELÊ DIDE
Ji destpêka vê darizandinê heta niha gelek hevalan dijminatiya li hemberî siyaseta demokratîk bi berfirehî vegotin. Heke kesek kurd be û mafên xwe bîne ziman, bedelekî giran dide. Mînaka vê ya herî mezin jî Apê Mûsa ye û min di Bûyerên 48’an de ev yek dît. Pirsgirêkên li vî welatî, tevahiya xitimînên wê bingeha xwe ji nenaskirina mafên gelê Kurd digirin. Tu eleqeya van tiştan bi bûyerên em pê tên tawanbarkirin nîne. Lewma em dibêjin ku ev ne dozeke hiqûqî û adilane ye. Bi temamî kompaseke li dijî siyaseta demokratîk a kurd e. Kompaseke li dijî pêkhateyên HDP’ê û hemû kesên polîtîkaya demokratîk dimeşînin e. Ez li vir bi rojan jî biaxivim dê nekarim tiştên dê bibêjim xelas bikim.
FELSEFEYA HDP’Ê JI BO GELÊN TIRKIYEYÊ TIŞTEKÎ JIYANÎ YE
Dema mijara behsa xeberê dibe berjewendiyên îktîdarê, dabeşî koman dibe. Ne ji bo gel lê ji bo berjewendiyên xwe dabeşî koman dibe û têdikoşe. Cudahiya me ya ji wan jî ev e. Lewma partiya me HDP, felsefe û rêgezên wê ji bo gelên Tirkiyeyê jiyanî ye. Ev felsefe û rêgez dê baştirîn encaman ji bo gelan biafirînin. Beriya her tiştekî ez jineke kurd im. Serdest dibêjin; ‘hûn kurd dikarin bibin her tişt lê nikarin bibin xwe.’ Ma heke mirovek nekare bibe xwe dê çawa bibe tiştekî din? Di bingeha hemû pirsgirêka de ev zîhniyeta înkarê heye.
MUXATABÊ ÇARESERIYA DEMOKRATÎK DIYAR E
Dema ez gotinên xwe temam dikim, derheqê mutalaayê de tu tiştekî nabînim ku bibêjim. Ez, tu encamên wê weke hiqûqî nabînim û qebûl nakim. Muxatabên çareseriya demokratîk diyar in. Îktîdar vê çareseriya demokratîk naxwaze. Dema duh xwestin vê çareseriya demokratîk pêk bînin û ji bo vê ketibin nava kîjan hewldanan, îro jî muxatab diyar in. Îktîdarê çawa duh dîtibe ku muxatab birêz Ocalan e û pêvajoya çareseriyê dabe destpêkirin, îro jî dikare bide destpêkirin. Weke HDP’iyan em ê tişta ji destê me tê bikin. Em li gel guftûgo, çareserî û aştiyê ne. Ji ber ku me peywira diket ser milê xwe pêk aniye û ji bo pêvajoya çareseriyê bûne alîkar lewma tên darizandin. Yên ku şer dixwazin em nînin û em pêvajoya çareseriyê nadarizînin. Em dixwazin li vî welatî guftûgo were kirin. Em dîsa li gel aştiyê ne û îro jî bedela wê didin.”
BAL KIŞANDIN SER TÊKILIYA MAFYA-DEWLETÊ
Parêzer Azat Yildirim jî bi bîr xist ku têkoşîna YPG’ê li dijî DAÎŞ’ê da wê serdem ji aliyê desthilatê ve hate nasîn. Yildirim, diyar kir ku dewletê di wê serdemê de YPG weke “rêxistina terorê” penase nedikir û wiha got: “Heta ku dema hevserok û endamên HDP’ê hatin binçavkirin jî YPG weke ‘rêxistina terorê’ nedihate penasekirin. Di vê çarçoveyê de qanûn nikare bi paş ve were sepandin. HDP’ê wê demê li dijî DAÎŞ’ê li ser beşeke sivîlan tevli çalakiyan bibin tweetek avêtiye. Li vir qala tundiyê nehatiye kirin. Çalakî mafek e. Lêkolînkirina Meclisê wê hin noxteyên tarî derxîne holê. Di bûyeran de herî zêde endamên HDP’ê zirar dîtine û jiyana xwe ji dest dane.”
Yildirim, bal kişand ser îdianame û mutaalayê û gotina Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû ya “Ez eniya kesên li Kobanê li ber xwe didin maç dikim” bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Heke li aliyekî van bûyeran HDP hebe, li aliyê din jÎ dewlet heye. Walî destûr da ku Asya Abdullah bikeve Tirkiyeyê. Em çima qala darizandineke siyasî ya yek alî dikin. Ji ber ku darizandineke objektîf nayê kirin. Rayedarên dewletê ku di bûyerên Kobanê de cih digirin di vê dosyayê de nînin. Ev jî nîşan dide ku ev îdianameyeke kêm e û divê bê redkirin. Rewşeke li dijî rêgeza wekheviyê ya li pêşiya hiqûqê heye.”
Parêzer Erdal Kûzû yê pişt re mafê axaftinê wergirt jî bal kişand ser têkiliyên dozger Yuksel Kocaman ên bi mafyayê re ku dema Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bû lêpirsîn bi rê ve dibir û niha jî endamê Dadgeha Bilind e û wiha got: “Ev doz bi lêpirsîna kesekî di nava mafyayê de bi rê ve dibir, hatiye meşandin. Ji ber vê yekê divê doz xelas bibe. Kî dizane ji bo vê dozê çi û çi hatine standin. Ji ber vê yekê divê hemû muwekîl beraet bikin.”
Ji bo ku sibê saet 13.30’an berdewam bike ji danişînê re navber hate dayîn.