KNK’ê salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ silav kir

KNK: Em bang li hemû Kurdistaniyan dikin ku Rojhilatê Kurdistanê bi tenê nehêlin û tevlî çalakiyên salvegera Şoreşa Jin, Jiyan û Azadî bibin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 16’ê Îlonê salvegera serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek weşand.

KNK'ê diyar kir ku ew daxwazên gel ên ji bo azadî û avakirina welatekî demokratîk rewa dibînin û got, "Em piştgiriyê didin xwepêşandêr û çalakvanan. Her wiha êrişên li ser xwepêşandêran jî şermezar dikin."

Daxuyaniya KNK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Niha em di pêvajoya salvegera 'Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî' de ne. Li hundir û derve gelên Îranê xwe ji 16’ê Îlonê salvegera serhildanê re amade dikin. Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi yekdengî heman bangê dikin û vê yekdengiya hêzên Kurdistanê me dilxweş dike. Em bang li hemû Kurdan û gelên Îranê dikin ku di salvegerê de tevlî çalakiyan bibin û xwedî li şoreşa Jin, Jiyan, Azadî derkevin. Her wiha em bang li hêzên demokratîk ên cîhanê jî dikin ku gelên Îranê bi tenê nehêlin."