Nesrîn Akgul dîsa hat girtin
Nesrîn Akgul a ku 14 sal di girtîgehên dewleta Tirk de ma û di sala 2022’an de hat berdan, bi hinceta dosyayeke din dîsa hat girtin.
Nesrîn Akgul a ku 14 sal di girtîgehên dewleta Tirk de ma û di sala 2022’an de hat berdan, bi hinceta dosyayeke din dîsa hat girtin.
Nesrîn Akgul ku di Sibata 2022’yan de ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê hat berdan, vê sibehê li Kocaeliyê bi hinceta erêkirina cezayê ku ji dosyayeke din dane wê hat girtin. Piştî ku biryar ji hêla dadgehê ve hate xwendin, Akgul şandin Girtîgeha Jinan a Gebzeyê.
Nesrîn Akgul di sala 2008’an de li Wanê hate destgîrkirin û girtin. Akgula ji doza jê dihate darizandin 18 sal cezayê hefsê lê hate birîn bi rêzê re Girtîgehên Amed, Şakran û Bakirkoyê hate ragirtin. Akgul a herî dawî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê hate kirin di 8’ê Mijdara 2018’an de bi daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê di Girtîgeha Tîpa L a Jinan a Bakirkoyê de tevli çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bû û di 30’ê Nîsanê de çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin kir çalakî di 26’ê Gulanê de hatin bidawîkirin.