Êşkenceya li girtiyan, li ber deriyê girtîgehê hat protestokirin

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal li ser girêdana girtiyên jinan bi benan li Girtîgeha L ya Patnosê, axivî û got: ‘’Heta tecrîd û êşkence hebin wê aştî, azadî û hêvî tu çênebin.’’

Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛHAYDER), Komeleya Yên Xizmên Xwe li Dergûşa Mezopotamyayê Ji Dest Dane (MEBYADER), Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberiyên Partiya Çepên Kesk ên Agirî û Wan û navçeyên wan, rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yÊn Agirî û Wan û navçeyên wan, endamên Komeleya Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD), ji bo Mîzgîn Atabey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer ku di Girtîgeha L ya Panosê de êşkence li wan hat kirin, li ber deriyê girtîgehê daxuyanî da çapemeniyê.

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Gulcan Sayyîgît, Sirri Sakik, Heval Bozdag, Gulderen Varli, Zulkuf Ûçar, Mahmût Dîndar û Newroz Ûysal Aslan û gelek kes li daxuyaniyê bûn. Gava daxuyaniyê pankartê li ser ‘’Lanet li rejîma tecrîdê û êşkenceya li jinan bê’’ nivîsandî, hat vekirin. Dirûşmeyên ‘’Bijî berxwedana zindanan’’, ‘’Girtiyên siyasî rûmeta me ne’’, ‘’Jin, jiyan, berxwedan’’, ‘’Bi zextan em bêzar nabin’’, ‘’Bijî Berxwedana Îmraliyê’’, ‘’Mirovahî wê bi rûmeta xwe êşkenceyê tek bibe’’, Jin, jiyan, azadî’’ û wê zindan bibin gor ji faşîzmê re’’ hatin berzkirin.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal ku gava daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Girtîgeha L ya Patnosê axivî, wiha got: ‘’Di hemû girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê de zext û êşkence gelek e. Cezayê girtiyan diqede, bernadin, êşkence li wan tê kirin, dîtin tê qedexekirin, cezayê dîsîplînê didin wan. Nahêlin tedawî bibin, herî dawî Şakîr Tûran jiyana xwe ji dest da. Bi sedan girtî nikarin tedawî bibin. Di vê girtîgehê de ku em li ber in, 31’ê Tebaxê êşkence li sê jinan hat kirin.’’

GIRTÎ BI SAETAN GIRÊDAYÎ DANE SEKINANDIN

Ûysal bi bîr xist ku girtiyên jin bi saetan di odeyekê de girêdayî hatine sekinandin û pişt re û ew bi êşkence birine nexweşxaneyê. Rewşa jinan ku derket holê em ketin hemû hewilên hiqûqî. Parlamenterên Agiriyê Sirri Sakik û Heval Bozdagê di girtîgehê de hevdîtin bi girtiyan re kir. Girtiyan ji me xwest ku em li dijî êşkenceya di girtîgehê de bi wan re bin û hay ji pêvajoya hiqûqî hebin.’’

Ûysal anî ziman ku kî sûc kiribe divê ji karê xwe bê kirin û ew tecrîd û êşkence di girtîgehan de li girtiyan tê kirin, qebûl nakin û ew ê hay ji tecrîda û êşkenceya di girtîgehan de hebin. Ûysal di dawiya axavtina xwe de bi lêv kir ku heta tecrîd û êşkence hebin wê tu azadî, aştî û hêvî çênebin.

Piştî Ûysalê, Seyhan Atabey a dayika girtî Mîzgîn Atabey ku êşkence lê bûye, axivî.

 ‘EM NAXWAZIN ZAROKÊN ME BIMIRIN’

Atabeyê da xuyakirin ku qîza wê 6 sal in girtî ye û got: ‘’Em naxwazin zarokên me bimirin. Çend kîlometreyan rê têm û nahêlin ez qîza xwe bibînim. Qîza min ku wê behsa êşkenceyê bikira telefon hat birîn, bila ev midûr û gardiyan ji kar bên kirin.’’

 ‘BI ÊŞKENCEYÊ DIXWAZIN VÎNÊ LI GIRTIYAN BIŞIKÎNIN’

Cevdet Kabîşen ku kekê Lale Kabîşenê ye, wiha axivî: ‘’Di girtîgehê de pergala tecrîdê heye. Bi êşkenceyê dixwazin vîna girtiyan bişikînin. Girtîgeha Patnosê mîratxura Esat Oktay e.’’

Bi pişt re girse meşiya û dirûşmeyên ‘’Bijî berxwedana zindanan’’, ‘’Jin, jiyan, azadî’’ û ‘’Bijî berxwedana Îmraliyê’’ berz kirin.