ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim di salvegera artêşbûna jinê de axivî û got, "Jinan heta wê demê baweriya xwe bi mêran dianîn. Ji wan hebû ku şoreş a mêran e. Lê belê Rêbertî ev mejî guhert. Artêşbûna jinê gaveke dîrokî ye."
- Artêşa Tirk ku meha Tebaxê êrîşên li ser qadên gerîla zêde kir, li gel hêza xwe ya teknîkê jî li hemberî gerîla têk diçe. Şerê giran nîşan dide bê gerîla hêzeke çawa ya parastina Kurdistanê ye.
- Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erçe nerazîbûn nîşanî berdana Hayrettîn Gul da ku yek ji berpirsyarên sereke yê Komkujiya Sêwasê ye û got, "Dewlet 30 sal in kujeran diparêze."