Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza dîtina Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Bi heman daxwazê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn serî li saziyên pêwendîdar dan.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.