Erçe: Dewlet ji roja destpêkê ve kujeran diparêze

Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erçe nerazîbûn nîşanî berdana Hayrettîn Gul da ku yek ji berpirsyarên sereke yê Komkujiya Sêwasê ye û got, "Dewlet 30 sal in kujeran diparêze."

Ji berpirsyarên Komkujiya Sêwasê Hayrettîn Gul bi biryara Serokkomar Erdogan ku li rojnameya fermî hate weşandin, hate berdan. Hayrettîn Gul dema ku dihate darizandin ku ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya bi Hejmara 1'emîn ve weke yek ji berpirsyarên sereke yên Komkujiya Sêwasê bi cezayê darvekirinê hate mehkûmkirin. Piştî ku cezayê darvekirinê hate rakirin, cezayê lê hate birîn veguherî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî. Hayrettîn Gul ku ji sala 2003'an dema radestkirina ji Elmanyayê û heta niha li Tirkiyeyê di girtîgehê de bû, bi hinceta 'pirsgirêkên tenduristiyê' hate berdan.

Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erçe helwesta dewletê ya 30 salan a têkildarî Komkujiya Sêwasê û berdana Hayrettîn Gul ji ANF'ê re nirxand.

BIRYARA BERDANÊ NE YA QEBÛLKIRINÊ YE

Cûma Erçe bi bîr xist ku li girtîgehên Tirkiyeyê zêdeyî 2 hezar girtiyên nexweş hene, rewşa gelek ji wan ji rewşa ya Hayrettîn Gul gelekî girantir e û anî ziman ku gelek girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Cûma Erçe anî ziman ku biryara berdana Hayrettîn Gul nîşaneyeke helwesta dewletê ya ji bo parastina berpirsyarên Komkujiya Sêwasê ya ji roja destpêkê ve ye. Erçe got, "Eger mesele bi rastî jî tenduristî be, hingî bi sedan girtiyên nexweş hene. Rewşa hinek ji wan gelekî giran e ku nikarin li girtîgehê jiyana xwe dewam bikin. Li girtîgehan mirov dimirin" û wiha dewam kir, "Ji bo berdanê dibêjin 'ji aliyê rewşa mirovî ve hatiye nirxandin'. Ev gotin ji bo kesekî berpirsyarê Komkujiya Sêwasê bi du qatî mirovan diêşîne, ne ya qebûlkirinê ye. Li holê sûcekî li dijî mirovahiyê, komkujiyek heye. Di sûcên li dijî mirovahiyê de erk û mafê mirovan û saziyan ê ji bo efûkirinê nîne. Lê belê dewletê ji roja destpêkê ya Komkujiya Sêwasê û vir ve her tim bersûcên vê dozê parastiye, xelat daye wan. Di dema darizandinê de neh ji berpirsyarên hatibûn girtin ji bo birevin hatin berdan, demeke kurt piştî hatin berdan jî cezayê îdamê li hemberî wan hate dayin. Ev kesên ku hate îdîakirin ku bi Bultena Sor lê dihate gerîn li Elmanyayê ji xwe re kar ava kirin, zewicîn, bûn xwedî zarokan. Ji berpirsyarên sereke yên komkujiyê Cafer Erçakmak tevî ku der barê î de biryara bultena sor hebû li Sêwasê li mala kurê xwe mir û cenazeyê wî li Sêwasê hate veşartin. Hayrettîn Gul jî yek ji van kesan e ku ji aliyê dewletê ve tê parastin."

DEWLET 30 SAL IN KUJERAN DIPARÊZE

Cûma Erçe ragihand ku di doza Komkujiya Sêwasê de berpirsyar û kujerên li nava dewletê ti carî nehatin darizandin û daxwazên têkildarî walî, şaredarê Sêwasê, wezîrê karên hundir û fermandarê jendermeyan ên wê demê di nava 30 salan de ti ji wan bi cih nehate anîn.

Erçe diyar kir ku ji parastina berpirsyarên komkujiyê wêdetir, kesên ku parêzerî van kesan re kirin mîna ku bêne xelatkirin ew kirin şaredar û parlamenter. Erçe got, "Dema ku mirov bala xwe bidin ser vê tabloyê careke din dibînin bê dewlet xwe dide kîjan alî, careke din tê dîtin ku kkujeran û komkujiyê diparêze. Lewma ev yek ragihandina rastiyê ye. Beriya hilbijartinê bi kesên ku beriya sih salan ev komkujî birêxistin kirin re tifaqek hate avakirin. Di hevdîtinên vê tifaqê de ji bo piştgiriya bi desthilatdariyê re yek ji bazariyên hatin kirin berdana berpirsyarên Komkujiya Sêwasê bû. Naveroka hevdîtinê li nava raya giştî hate bihîstin. Îro jî bi Huda-Parê ku dewama Hîzbûllahê ye û Partiya Yenîden Refahê re ev bazarî kirin. Beriya wê di encama bazariya bi MHP'ê re serekên mafyayê berdan, di encama bazariya bi van re jî berpirsyarên Komkujiya Sêwasê têne berdan."

JI BO RÛNIŞTINA 14'Ê ÎLONÊ BANG

Cûma Erçe diyar kir ku têkildarî biryara Serokkomar a ji bo berdana Hayrettîn Gul, parêzerên doza Sêwasê li hev kom bûn, di nava 30 rojî de ku dema îtirazê ya fermî ye parêzer wê li ber berdanê rabin, wê dozê bidin destpêkirin û anî ziman ku rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî jî li ser mijarê hevdîtinan dikin.

Cûma Erçe ragihand ku beriya rûniştina doza Komkujiya Sêwasê ya 14'ê Îlona 2023'an biryara berdana berpirsyarê komkujiyê ji bo hêzên ked, demokrasî û azadiyê banga ji bo bilindkirina têkoşîna civakî û piştevaniyê ye. Erçe ji bo rûniştina 14'ê Îlonê banga tevlîbûnê kir.