Emîne Şenyaşar: Bila qeda li pergala we bikeve!

Emîne Şenyaşar ku kes ji malbata wê hatine qetilkirin û ji lew ma li ber Wezareta Edaletê ya nobetê digire, got: ‘’Bila qeda li pergala we bikeve!’’

14’ê Hezîrana sala 2018’an xizm û parêzkarên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşê Malbata Şenyaşaran kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bû, 9’ê Adara 2021’an li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kir. Malbatê, di roja 846’emîn de nobeda xwe ji Rihayê veguhest Enqereyê û nobeda li pêşiya Wezareta Dadê 43 roj in berdewam e.

Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ji Deriyê Dîkmen ê Meclisê heta Wezareta Dadê bi kursiya biteker çû. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Çewligê Omer Farûk Hulaku piştgiriya Emîne Şenyaşarê kir.

‘BILA QEDA LI PERGALA WE BIKEVE’

Emîne Şenyaşar a hate ber deriyê Wezareta Dadê xwest ku kurê wê Fadil Şenyaşar bê berdan û bi gotinên “Çend sal in em li bendê ne ku edalet were. Gelo edaleteke wiha heye? Bila qeda li pergala we bikeve.’’

’43 ROJ IN WEZÎR NE LI CIHÊ XWE YE’

Malbata Şenyaşar bi pişt re diyar kir ku ew dixwazin bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re hevdîtinê bikin. Xebatkarên wezaretê anîn ziman ku wezîr ne li cihê xwe ye. 

BARO BI MALBATA ŞENYAŞARAN RE DI ÇALAKIYÊ DE BÛN PIŞTGIR

Malbata Şenyaşar a piştî demekê li vir ma derbasî Parka Guven a Kizilayê bû. Malbatê li vir piştî bi serokên Baroyên Wan, Semsûr, Mûş û Êlihê re hevdîtin kir, derbasê Meclisê bû.