Rewşenbîrên Kerkûkê: Em ê nehêlin kes aramiya Kerkûkê xera bike

Ji ber aloziyên ku roja 2’yê Îlonê li Kerkûkê rû dabûn û 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 15 kes jî birîndar bibûn. Rewşenbîrên Kerkûkê xwestin leşker ji nav taxan vekişinin û ew ê destûrê nedin ku aramiya Kerkûkê xera bibe.

Şaxa Rewşenbîrên Iraqê ya Kerkûkê ku di nava wan de ji hemû pêkhateyên bajêr rewşenbîr hene, têkildarî aloziyên di rojên dawî de li Kerkûkê derketine, civiyan û piştre jî daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Li ser navê rewşenbîran Feysel Hemewendî daxuyanî da û got: “Cihê xemgîniyê ye rewşek aloz û tevlihevî li nav bajarê me derketiye. Komek bi navê xwepêşandana li dijî partiyek Kurdî rêya sereke ya Kerkûk-Hewlêrê girtin. Li wê derê zext bi hemwelatiyên Kurd hat kirin.”

Em rewşenbîrên bajêr ên Kurd, Ereb, Tirkmen û Mesîhî her tiştên ji bo xerakirina aramiya bajêr şermezar dikin. Em di heman demê de şehîdxistina çar Kurdan jî şermezar dikin.”

Di dewamê de daxwaz hat kirin ku di zûtirîn demê de divê kujer werin cezakirin û tazmînatên maddî û manewî li malbatên cangoriyan were belavkirin.

Her wiha bang li serokwezîrê Iraqê hat kirin ku bila biryarê bide leşker û wesayîtên leşkerî yên ku li nava taxên Kurdan hatine belavkirin, werin vekişandin.

Di dawiya daxuyaniyê de jî hat gotin ew ê qebûl nekin ti kes û aliyek ji bo alozkirina rewşa bajêr gel teşwîqî xwepêşandanan bikin.