Şenyaşar ku malbata wê hat qetilkirin dîsa nehiştin bikeve wezaretê

Emîne Şenyaşar ku malbata wê hat qetilkirin, dîsa nehiştin bikeve Wezareta Edaletê.

Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di roja 846’emîn de nobeda xwe ji Rihayê veguhestibû Enqereyê û nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê di roja 44’an de berdewam kir.

Ji Emîne Şenyaşar a ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ji Deriyê Dîkmen ê Meclisê heta Wezareta Edaletê bi kursiya biteker çû re bersiva “Wezîr li derveyî saziyê ye” hate dayîn û negirtin Wezareta Edaletê. Emîne Şenyaşar a li ber wezaretê bi dowîza “Edaletê” ya hilgirtî çalakiya xwe didomîne, xwest kurê wê yê girtî Fadil Şenyaşar bê berdan û faîlên komkujjiyê bên cezakirin.