Cenazeyê 2 gerîlayan hate veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Peyam Demîr û gerîlayê HPG’ê Mahmût Tekîn ê ku di 28’ê Adarê de li Cîloyê şehîd bûbûn, ji aliyê malbata wan ve hate stendin û li bajarên wan hate veşartin.
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Peyam Demîr û gerîlayê HPG’ê Mahmût Tekîn ê ku di 28’ê Adarê de li Cîloyê şehîd bûbûn, ji aliyê malbata wan ve hate stendin û li bajarên wan hate veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mahmût Tekîn (Botan Êrîş) ê ku di 28’êAdarê de li qada Alanduz a herêma Cîlo ya Colemêrgê di şer de şehîd bûbû, duh ji goristana bêkesan a Serê Solan a girêdayî navenda Colemêrgê hate wergirtin. Cenazeyê ku ji aliyê malbata Tekîn ve hate wergirtin, bi şev anîn goristana li Taxa Seyrantepe ya navçeya Bismilê ya Amedê.
Polîsan dora goristanê girtin û nehiştin ji xeynî malbatê kes tevlî merasîma cenaze bibe. Tekîn ji aliyê endamên malbatê ve hate veşartin.
DI BIN DORPÊÇÊ DE HATE VEŞARTIN
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Peyam Demîr (Rêwan Sûrûc) ku ew jî di heman şerî de şehîd bûbû, piştî 5 mehan radestî malbata wê hate kirin. Malbatê cenaze ji Goristana Bêkesan a li Serê Solan a Colemêrgê wergirt û ji bo veşartinê ber bi gundê Şewramezin ê navçeya Pirsûsê ya Rihayê ve bi rê ket. Malbat danê sibê gihişt gund û di bin dorpêçê de cenaze veşart.
Beriya cenazê bigihije navçeya Pirsûsê, gundê Şewramezin û derdora goristanê ji aliyê leşkeran ve hat dorpêç kirin. Leşkeran ji bilî ferdên malbatê destûr nedan ku tu kes tev li merasîma cenaze bibe. Leşkeran gef li malbatê xwarin ku heke ji bilî wan kes tev li merasîma cenaze bibe wê cenaze birevînin. Leşkeran ji bo wêne û dîmen li ser goristanê neyên kişandin dest dan ser telefonên ferdên malbatê yên tev li merasîma cenaze bûn.
Wê malbat şîna xwe li Rihayê dayne.