ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin destgîrkirin hatin berdan
25 kesên ku di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê de hatin destgîrkirin, hatin berdan. -
Êrîşa li hemberî Dayikên Şemiyê li gelek bajaran hat şermezarkirin
Êrîşa li hemberî Dayikên Şemiyê li gelek bajaran bi daxuyaniyan hat protestokirin. -
Dayikên Şemiyê dîsa hatin destgîrkirin
Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê tevî biryarên "binpêkirina mafan" ên Dadgeha Destûra Bingehîn jî, dema ber bi Qada Galatasarayê dimeşiyan dîsa hatin kelepçe kirin û destgîrkirin. -
Li Ordûyê wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir
Li Ordûyê wesayîta karkerên çandiniyê yên demsalî qeza kir, 20 kes birîndar bûn. -
Zaroka 9 salî bi têla ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
Zaroka 9 salî ya malbata ku wek karkerên çandiniyê yên demsalî ji Rihayê çûn Kandirayê, bi têla ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da. -
Kalçik: Li ser navê ewlehî û rantê xweza tê wêrankirin
Serokê ÇEV-DER’ê yê Wanê Alî Kalçik diyar kir ku bendavên li Kurdistanê tên çêkirin, bendavên ewlehî û rantê ne û got: “Li herêma me bi hinceta ewlehiyê daristan tên şewitandin û dar tên birîn.” -
Daraz bi ragirtina demdirêj tolê ji siyasetmedarên Kurd hiltîne
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren, anî ziman ku bi daraza ku bûye aparateke desthilatdariyê, siyasetmedarên Kurd û muxalef bi salan tên ragirtin û got ku divê muxalefeta civakî li dijî van polîtîkayan xwe bi rêxistin bike. -
ROJEVA 26’Ê TEBAXA 2023’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Rêxistina Efûyê bertek nîşanî PDK’ê da: Divê Şêrwanî û Zebarî bên berdan
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku divê girtiyên Behdînanê Şêrwan Şêrwanî û Guhdar Zêbarî bên berdan. -
Partiya Çepên Kesk û HDP’ê banga tevlîbûna mitînga 1’ê Îlonê kirin
Partiya Çepên Kesk û HDP’ê banga tevlîbûna mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê kirin. -
Emîne Şenyaşar: Çima hûn kujerên malbata min nagirin
Emîne Şenyaşar a malbata wê ji aliyê AKP’yiyan ve hat qetilkirin bertek nîşanî polîsan da û got, “Çima hûn kujerên malbata min nagirin? Çima hûn hê Îbrahîm Halîl Yildiz diparêzin?” -
ESP û SGDF: Têkoşîna rêxistinkirî ji bo me rûmet e
ESP û SGDF’ê bal kişand ser ferzkirina sîxûrtiyê, zext û êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê û got: “Têkoşîna rêxistinkirî ji bo me rûmet e.” -
Koca: Pêdivî bi têkoşîna hevpar û herêmîbûnê heye
Parlamentera Partiya Çepên Kesk Perîhan Koca got, "Jinên Kurd, femînîst û kedkar serî hildidin. Pêwîstî bi xurtkirina têkoşîna hevpar û herêmîbûnê heye." -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo karibin hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin serlêdan kirin. -
Zextên dewleta Îranê zêde dibin
Li Îranê hindik ji salvegera raperîna 'Jin, Jiyan, Azadî' re maye. Hêzên dewletê hejmara leşkeran û zext zêde kirin. -
Milîsên HBDH'ê li polîsan xistin
Milîsên Berran Ozen Kirmizigul ên HBDH'ê li Stenbolê li hemberî polîsên sivîl çalakî kirin. -
ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Doza Kobanê taloqî 4’ê Îlonê kirin
Di Doza Kobanê de dadgehê ji bo parastinê wext da siyasetmedar û parêzeran û dozê taloqî 4'ê Îlonê kir. -
Daxwaza hevdîtinê ya Şenyaşarê cardin hat redkirin
Daxwaza hevdîtinê ya Emîne Şenyaşarê ku çû ber Wezareta Edaletê ya Tirk, careke din hat redkirin. -
Rêxistinên rojnamevanan êrîşa li dijî Jin TV’yê şermezar kiriin
DFG û MKGP’ê bi daxuyaniyekê êrişa li dijî xebatkarên Jin TV’yê şermezar kirin û xwest qada navnetewî li ber van êrîşan bêdeng nemîne. -
OHD: Li Girtîgeha Akçadaga Meletiyê mafê tenduristiyê tê binpêkirin
Parêzerên endamên OHD’a Amedê serdana Girtîgeha Akçadaga Meletiyê kirin û diyar kirin ku lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Li dijî girtiyên ku têlên li ber pacê vekirine doz hate vekirin
Li dijî girtiyên li Sîncanê bi hinceta ku têlên li ber pacê vekirine ku bêhnvedana mirov asteng dike doz hate vekirin. -
Li Meletî û Agiriyê erd hejiya
Li navçeya Yeşîlyûrt a Meletiyê û navçeya Bazîd a Agiriyê erd hejiya. -
'Dadgeriya AKP'ê ji hiqûqa dijminatiyê jî xerabtir e'
Parêzer Ercan Kanar bi bîr xist ku di salên 1990'î de li DGM'yan hiqûqa dijmin dihate bicihanîn û got, dadgeriya AKP'ê ji wê gelekî xerabtir e.