Emîne Şenyaşar: Çima hûn kujerên malbata min nagirin

Emîne Şenyaşar a malbata wê ji aliyê AKP’yiyan ve hat qetilkirin bertek nîşanî polîsan da û got, “Çima hûn kujerên malbata min nagirin? Çima hûn hê Îbrahîm Halîl Yildiz diparêzin?”

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) di roja 846’emîn de Nobeda Edaletê ya li Rihayê dabû destpêkirin birin Enqereyê û nobeda li Enqereyê di roja 32’yemîn de çalakiya xwe domand. 

Malbat îro jî bi daxwaza edaletê ji ber deriyê Meclisê heta Wezareta Edaletê meşiya. Dîsa destûr nehat dayîn ku malbat biçe Wezaretê û bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin bike. Bi hinceta ku “Wezîr li derveyî bajêr e” destûr nehat dayîn ku malbat bikeve avahiya wezaretê. Polîsan îro jî destûr neda ku rojnamevan wêne û dîmenan bigirin. 

Emîne Şenyaşar a ku çûna wê ya wezaretê tê astengkirin, ji bo malbata xwe daxwaza edaletê dike. Emîne Şenyaşar destnîşan kir ku parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ê qetlîamê pêk anî tê parastin û got: “Malbata min tune kirin. Wê çi kezeba min hênik bike? Wan gule berê kezeba min da, qetil kirin.”  

Li ser berteka Emîne Şenyaşar, welatiyek xwest biçe cem wê. Polîsan ew welatî asteng kir û ji wir dûr kirin. Emîne Şenyaşar ji polîsan re got, “Çima hûn kujerên malbata min nagirin? Çima hûn Îbrahîm Halîl Yildiz diparêzin? Çima hûn li ser serê me kom dibin û derdora me digirin.”

Malbat paşê dîsa vegeriya Meclisê.