Rêxistina Efûyê bertek nîşanî PDK’ê da: Divê Şêrwanî û Zebarî bên berdan
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku divê girtiyên Behdînanê Şêrwan Şêrwanî û Guhdar Zêbarî bên berdan.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku divê girtiyên Behdînanê Şêrwan Şêrwanî û Guhdar Zêbarî bên berdan.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) bi daxuyaniyekê bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku rojnamevan Şêrwan Şêrwanî û Guhdar Zêbarî bên berdan.
Rêxistinê di daxuyaniya xwe de ragihand ku bi nêzîkbûna dema azadiya her du rojnamevanan re, sûc û giliyên din hatine kirin û ji ber vê jî di girtîgehê de hatine hiştin.
Girtiyê Behdînanê rojnamevan Şêrwan Şêrwanî di Tebaxa sala 2020’an de li gel 80 rojnamevan, çalakvanên civaka sivîl û mamosta li Herêma Behdînanê ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin, ji aliyê Dadgeha Hewlêrê ve bi tometa ‘sextekariyê’ 4 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Heftiye borî jî cezayê ku ji bo Guhdar Zêbarî hatibû birîn, bi dawî bibû, lê PDK’ê rê neda Zêbarê were berdan û PDK hewl dide dosyayek nû ji bo Zêbarî jî veke.