'Dadgeriya AKP'ê ji hiqûqa dijminatiyê jî xerabtir e'
Parêzer Ercan Kanar bi bîr xist ku di salên 1990'î de li DGM'yan hiqûqa dijmin dihate bicihanîn û got, dadgeriya AKP'ê ji wê gelekî xerabtir e.
Parêzer Ercan Kanar bi bîr xist ku di salên 1990'î de li DGM'yan hiqûqa dijmin dihate bicihanîn û got, dadgeriya AKP'ê ji wê gelekî xerabtir e.
Demeke gelek mirov piştî 30 salên girtîhiştinê têne berdan, bi taybetî jî girtiyên Kurd. Hin ji wan ji ber ku berdana wan bi rengekî kêfî têne rawestandin, hîn jî girtî ne. Ev rewş rastiya girtinên ji aliyê Dadgehên Ewlekariya Dewletê (DGM) yên beriya 30 salan tîne bîra mirovan.
Dadgehên Ewlekariya Dewletê yekemcar di sala 1973'an de bi xalekê li nava Destûra Bingehîn a 1961'ê hate bicihkirin. Ev dadgehên ku piştre hatin betalkirin piştre di Destûra Bingehîn a 12'ê Îlona 1982'an de jinûve hatin avakirin. DGM herî dawî sala 2004'an bi guhertina Destûra Bingehîn re hatin betalkirin. Dozên van dadgehan jî radestî hin dadgehên ceza yên giran hatin kirin.
Parêzer Ercan Kanar ku bi xwe jî li dadgeheke DGM'ê hate darizandin û bi salan dozên li van dadgehan şopand, qala rastiya DGM'yan kir.
'82 HEZAR KES LI DGM'YAN HATIN MEHKÛMKIRIN'
Parêzer Kanar destpêkê qala dîroka DGM'yan kir û got, "DGM du caran ava bûn. Ya destpêkê sala 1973'an û ya din jî sala 1984'an. Herdu jî li nava sîstema dadgeriyê hate bicihkirin, weke berhemeke darbeyên leşkerî. Hiqûqa li DGM'yan hiqûqa dijmin û şer bû. Muxalîf weke dijmin dihatin dîtin. Qanûna têkoşîna li dijî terorê mîna destûra bingehîn li DGM'yan bi cih dihate anîn. Mînak di navbera salên 1986 û 2002'an 73 hezar û 936 doz hatin dîtin. Di navbera salên 1990 û 2002'an de li ser 294 hezar û 85 kesan biryar hate dayin. 82 hezar kes hatin mehkûmkirin. Her wiha li DGM a Hejmara 1'ê ya Enqereyê 15 sal cezayê girtîgehê li 4 parlamenterên DEP'ê hate birîn. Her wiha li Amedê 27 zarokên ji 11 heta 18 salî ji ber ku bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê xwepêşandan kirin hatin darizandin û ceza li wan hate birîn. Wekî din li Manîsayê 15 xwendekar li DGM a Îzmîrê hatin darizandin. Ez bi xwe jî di sala 1974'an de li DGM a li Edeneyê hatim darizandin."
'MAFÊ PARASTINÊ KÊM BÛ'
Parêzer Ercan anî ziman ku li DGM'yan mikurhatinên bi êşkenceyê hatin wergirtin dihatin bikaranîn û diyar kir ku mafê parastinê jî gelekî kêm bû: "Mafê parastinê li DGM'yan gelekî hatibû kêmkirin. Piştî sala 1980'î dema ku li dozekê min parastin kir, dadgeh ji parastina min aciz bû. Rabû li ser min ferz bike ku tenê 10 deqeyan karibim parastina xwe bikim. Min jî ev protesto kir û salona rûniştinê terikand. Eger ji parastina bersûc an jî parêzer aciz bibûya, carekê bihata dubarekirin hingî heta dawiya dozê bersûc û parêzer nikarîbû tevlî rûniştinê bibûya. Her wiha li DGM'yan beyanên mikurhatiyan esas dihate wergirtin. Wekî din îfadeyên bi êşkenceyê dihatin wergirtin, dihatin bikaranîn. Mînak xaleke qanûnî hebû ku li dijî pîvanên hiqûqî ya gerdûnî bû. Biryara li ser daxwaza redkirinê ya ji bo endam û serokê heyetê ji aliyê dadgeha ku endam û serokê heyetê tê de bû dihate dayin. Û mafê îtirazkirina li vê biryarê tune bû. DGM dadgeheke li dijî serxwebûna hêzan bû, dadgeheke li dijî pîvana serxwebûna dadgehan bû."
'DADGERIYA AKP'Ê JI DGM'Ê JÎ XERABTIR E'
Kanar diyar kir ku DGM bi esasî sûd ji dema Mûssolînî yê faşîst wergirt û destnîşan kir ku di dema AKP'ê de dadgerî ji DGM'yan jî xerabtir e. Kanar got, "Dadgeriya vê demê ya AKP'ê ji dadgeriya DGM'yan xerabtir e. Di dadgeriya niha de ji bo birîna ceza pêwîstî bi delîlê jî nîne. Eger hûn muxalîf bin, ev yek têra cezakirinê dike. Li DGM'yan qet nebe li gorî îfadeyên bi êşkenceyê hatin wergirtin, li gorî îfadeyên mikurhatiyan, her wiha 'weşanên îllgela' ceza dihate birîn. Lê belê niha rewşa dadgeriyê ji ya dema DGM'yan xerabtir e."