Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo karibin hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin serlêdan kirin.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo karibin hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin serlêdan kirin.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Her wiha birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.