Kalçik: Li ser navê ewlehî û rantê xweza tê wêrankirin

Serokê ÇEV-DER’ê yê Wanê Alî Kalçik diyar kir ku bendavên li Kurdistanê tên çêkirin, bendavên ewlehî û rantê ne û got: “Li herêma me bi hinceta ewlehiyê daristan tên şewitandin û dar tên birîn.”

Serokê Komeleya Parastin, Lêkolîn û Bipêşvebirinê ya Berhemên Dîrokî ya Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik, li ser bendavên ji bo ewlehiyê li Kurdistanê tên çêkirin, HES, darên tên şewitandin û jêkirin û roj bi roj ziwabûna Gola Wanê bi ANF’ê re axivî.

‘JI BER HES’AN BI MILYONAN MASÎ MIRIN’

Kalçik bal bir ser vekişîna avê bi 5 kîlometreyan li Taxa Çelebîbagi ya Erdîşê ku navçeyeke Wanê ye û diyar kir ku ev kareseteke mezin e. Kalçik got ku pareke giring ji 102 çemên ava wan diçe li Gola Wanê diqelibe ziwa bûye û wiha axivî: “Ava 3 ya jî 4 çemên ku mane ji sedî 90 kêm bûye. Her sal bi milyonan masî, li aliyê Benda Masiyan ê Çemê Delîçayê difiriyan, lê sala 2023’yan me masiyek jî nedît, ne jî di çem de av maye. Ji ber HES’a li ser Çemê Zîlanê tê çêkirin, di Bendava Morgetîkê de 100 milyon metre kûp, av hatiye civandin. Zivistanê 50 milyon kûp av dan vê HES’ê. Serê biharê bi çêbûna germahiyê hema bibêje av di Çemê Zîlanê de nemaye, av nedan Delîçayê. Ji ber ku av dan HES û bendavan bi milyonan masî mirin. Rewşeke wiha heye ku dilê mirov ji ber diêşe.”

Kalçik anî ziman ku ziwabûna çeman, nebûna masiyan, nebûna jiyanê ye û wiha pê de çû: “Av, avahî ye. Cihê av lê nîn be tu jiyan jî nîn e. Lê gava mirov li vir lê dinihêre di bin navê tevdîr û polîtîkayên ewlehiyê de tiştên ecêb tên kirin. Bo mînak; li her dera cîhanê bendav hene. Ev bendav ji bo avdanê ya jî enerjiyê ne. Lê li Kurdistanê bendav ji bo ewlehî û rantê ne. Bi rêyên ewlehiyê hemû cih, çiya û daristanên me tên wêrankirin. Li serê her sed metreyî qereqolek heye û ji bo wan bi hezaran kîlometre rê hatiye vekirin. Bo mînak; li her dera cîhanê dar tên birîn, agir bi daristanan dikeve. Lê li herêma me bi hinceta ewlehiyê daristan tên şewitandin û dar tên birîn. Mînak; li Çiyayê Katoyê kelehqolek hat çêkirin lê darên li bi hezaran hektarên li dorê jî hatin jêkirin. Lî Cûdî, Gabar û Herekolê dar hêj jî tên jêkirin. Ev dar ku tên birîn çi dibe? Jiyan bixwe tune dibe. Bendav, av ziwa bibin wê çi bibe? Tu jiyan namîne.  Ji ber polîtîkayên şaş ên avê û rantê, jiyan tu nemaye.”

‘185 KÎLOMETRE CIH HATIYE DAGIRKIRIN’

Kalçik axaftina xwe wiha qedand: “Gola Wanê ku bi wêneyên xwe yên ji fezayê hatine kişandin, gola herî xweşik a cîhanê ye, pir qirêj bûye û bi awayekê cidî hatiye dagirkirin.

Ji gundê În ê Gewaşê, heta bi gundê Karatavûk ê Erdîşê ku bi tevahî dike 185 km, ji aliyê saziyên fermî ve, ya jî ji aliyê serweran ve ku têkiliya wan bi dewletê re heye, hatiye dagirkirin. Lê divê ev cih bihatana parastin.

Ji bo qanûnekê taybet ê parastina Gola Wanê çêbibe em bi salan têkoşiyan. Lê mixabin hat gotin ku Gola Wanê, Cihê Bikaranîna Bi Kontrol ê Daîmî ye. Anku dibêje; destûrê ji min bixwaze, ya jî min bibîne; tu çi dikî pê bike. Em rû bi rûyê kareseteke wiha ne. Qeyûmê Wanê got ku ji Kirkdegîrmenê ta bi fabrîqeya çîmentoyê li cihekê bi 66 hektarî ji bo îmarê vekiriye.

Kenala Şamran a dîrokî ya Artemêtê û cihe rezan ji bo îmarê hatin vekirin, bi temamî ji holê rabûn.”