OHD: Li Girtîgeha Akçadaga Meletiyê mafê tenduristiyê tê binpêkirin
Parêzerên endamên OHD’a Amedê serdana Girtîgeha Akçadaga Meletiyê kirin û diyar kirin ku lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin.
Parêzerên endamên OHD’a Amedê serdana Girtîgeha Akçadaga Meletiyê kirin û diyar kirin ku lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin.
Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Amedê serdana Girtîgeha Akçadaga Meletiyê ya Tîpa T’yê kirin. Parêzeran destnîşan kir ku lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin û ji ber vê lêgerîna li girtiyan tê kirin ji sûd ji mafên tenduristiyê nagirin. OHD’ê da zanîn ku rewşa girtiyên nexweş jî ber bi nebaşiyê ve diçe.
OHD’ê diyar kir ku girtiyê nexweş Zeyat Agaoglû ji ber lêferzkirina lêgerîna nava dev qebûl nekiriye û du caran ji ber germa heyî krîza astimê derbas kiriye û wî rakirine nexweşxaneyê. OHD’ê got mafê tenduristiya girtîgehan tê binpêkirin.