Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê dîlgirtî ne Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 3 sal in agahî nayê wergirtin.