Li Meletî û Agiriyê erd hejiya
Li navçeya Yeşîlyûrt a Meletiyê û navçeya Bazîd a Agiriyê erd hejiya.
Li navçeya Yeşîlyûrt a Meletiyê û navçeya Bazîd a Agiriyê erd hejiya.
Li navçeya Yeşîlyûrt a Meletiyê, serê vê sibehê bi mezinahiya 5 pileyî erd hejiya.
Hate ragihandin ku erdhej bi 7 kîlometreyan li binê erdê qewimî ye.
Li gorî agahiyan, erdheja ku navenda navçeyê hejand, nebû sedema xisareke mezin.
Doh bi şev jî navçeya Bazîd a Agiriyê hejiya.
Hate ragihandin ku erdheja bi 4.1 pileyî bi 5 kîlometreyan li binê erdê pêk hat.
Ji ber vê erdhejê jî tiştek bi kesî nehat.