Daxwaza hevdîtinê ya Şenyaşarê cardin hat redkirin

Daxwaza hevdîtinê ya Emîne Şenyaşarê ku çû ber Wezareta Edaletê ya Tirk, careke din hat redkirin.

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê xwe Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar 31 roj in li ber Wezareta Edaletê ya Tirk li Enqereyê berdewam e.

Malbat îro jî bi daxwaza edaletê ji ber deriyê Meclisê heta Wezareta Dadê meşiya. Dîsa destûr nehat dayîn ku malbat biçe Wezaretê û bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike. Polîsan destûr neda ku rojnamevan wêne û dîmenan bigirin. Malbat paşê vegeriya Meclisê. 

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar 31 roj in bi hincetên wek “Wezîr ne li vir e, li derveyî bajêr e” û “Wezîr di civînê de ye” destûr nayê dayîn ku bikevin avahiya Wezaretê.