Dayikên Şemiyê dîsa hatin destgîrkirin
Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê tevî biryarên "binpêkirina mafan" ên Dadgeha Destûra Bingehîn jî, dema ber bi Qada Galatasarayê dimeşiyan dîsa hatin kelepçe kirin û destgîrkirin.
Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê tevî biryarên "binpêkirina mafan" ên Dadgeha Destûra Bingehîn jî, dema ber bi Qada Galatasarayê dimeşiyan dîsa hatin kelepçe kirin û destgîrkirin.
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 961’emîn de xwestin çalakiya xwe bidomînin. Çalakiya vê heftê jî ji aliyê polîsan ve bi awayekî keyfî dîsa hate astengkirin.
Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê de Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, rêveberên Komeleya Mafên Mirovan û gelek parêzvanên mafên mirovan amade bûn.
Mîna ku li Kolana Îstîklalê Rewşa Awarte hatibe îlankirin, polîsan guh neda biryarên "binpêkirina mafan" ên Dadgeha Destûra Bingehîn, Dayikên Şemiyê û mirovên şemiyê ên ku ber bi Qada Galatasarayê ve dimeşiyan asteng kirin. Polîsan biryara ‘Qedexeyê’ ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê hincet nîşan da û li endamên çapemeniyê yên ku wêne dikişandin xistin û bi zorê ew ji qadê derxistin.
Dayikên Şemiyê û mirovên şemiyê vê hefteyê jî bi awayekî derhiqûqî hatin kelepçekirin û destgîrkirin. Hate diyarkirin ku hejmara kesên hatine destgîrkirin 20 kes zêdetir e.
JI GEL NERAZÎBÛN
Gelek kesên ku li dorpêç û bûyera destgîrkirinê temaşe dikirin, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bi telefonên xwe, dest bi weşana zindî kirin. Polîsan bi gotina "Hûn sûc dikin" weşan asteng kirin. Gel ji polîsan re got, “Hûn sûc dikin. Li vir sûc tê kirin û ji ber vê hûn naxwazin em dîmenê bikşînin.”