ESP û SGDF: Têkoşîna rêxistinkirî ji bo me rûmet e

ESP û SGDF’ê bal kişand ser ferzkirina sîxûrtiyê, zext û êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê û got: “Têkoşîna rêxistinkirî ji bo me rûmet e.”

Rêxistina Partiya Sosyalîst a Çewisandiyan (ESP) a Stenbolê û Federasyona Komeleyên Ciwanan têkildarî ferzkirina sîxûrtiyê, zext, destgîrkirin û gefên li ser endamên wan li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê dan. Ji xeynî endamên ESP û SGDF’ê, Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Çîçek Otlû û parêzerê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Vedat Çagirtekîn jî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Endama Desteya Rêveber a Navendî ya ESP’ê Hatîce Denîz îşaret pê kir ku di nava 5 mehên dawî de bê hejmar operasyonên destgîrkirinê li hemberî wan hatine kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi jiyan, kar, dibistan û malbatên hevrêyên me, gefê li hevrêyên me dixwin. Di hefteyên borî de hewldan hat kirin ku endamê SGDF’ê Kalendar Polat bibin cem MÎT’ê. Parastina têkoşîna şoreş û sosyalîzmê, têkoşîna rêxistinkirî ji bo me rûmet e. Ti êrîş nikarin me asteng bikin.”