ROJEVA 26’Ê TEBAXA 2023’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Li Kurdistan û Tirkiyeyê wê çalakiyên xizmên windayan bên şopandin.

- Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren, anî ziman ku bi daraza ku bûye aparateke desthilatdariyê, siyasetmedarên Kurd û muxalef bi salan tên ragirtin û got ku divê muxalefeta civakî li dijî van polîtîkayan xwe bi rêxistin bike. 

- Dostê Kurdan Claus Schreer ê bi xebatên xwe yên ji bo gelên bindest tê naskirin, di 84 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.