Zextên dewleta Îranê zêde dibin

Li Îranê hindik ji salvegera raperîna 'Jin, Jiyan, Azadî' re maye. Hêzên dewletê hejmara leşkeran û zext zêde kirin.

Li Îranê bi nêzîkbûna salvegera raperîna 'Jin, Jiyan, Azadî' re ku bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, zextên dewletê jî zêde dibin. Li welêt girtin û êrîşa li ser aktîvîstên jin û muxalîfan destpê kirin. Bi taybetî gef li malbatên kesên di dema raperînê de jiyana xwe ji dest dan, tê xwarin ku merasîman nekin. Her wiha hin ji ferdên malbatan jî têne girtin.

Li gel zexta hêzên dewleta Îranê berxwedana jinan jî dewam dike. Jin li ber ferza nixumandinê ya ji neçarî radibin. Wekî din hate hînbûn ku dewleta Îranê hêza leşkerî li bajarên li bakurê welêt bi cih kiriye.

Ofîsa Beyrûdê ya Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan li ser berxwedanê û zêdebûna zextên rojên dawî yên dewleta Îranê daxuyaniyek weşand. di daxuyaniyê de zextên Îranê hatin şermezarkirin, bang li civaka navneteweyî hate kirin ku zextên li ser jin û gel bixe rojeva xwe û helwestê nîşan bide.

HEWLDANA JI BO PÊŞÎGIRTINA LI ÇALAKIYÊN GIRSEYÎ

Lêkolînera Têkiliyên Îranê ya rêxistinê Tara Spêhrî Fer jî li ser girtina 16 aktîvîstên jin di 16'ê Tebaxê de li Gîlanê got, "Armanc ji vê pêla girtinê, bêdengkirina protestoyên girseyî yên li dijî binpêkirina mafên mirovan e. Rayedarên îstîxbaratê û dadgerên Îranê li dadgehan li dijî qanûnên navneteweyî tevdigerin û aktîvîstan bi îdîayên bêbingeh sûcdar dikin." Tara Spêhrî Fer diyar kir ku li welêt zextên li ser pêkhateya Bahaî jî zêde bûye û anî ziman ku zext li ser malbatên wan jî tê kirin.

Zextên Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê jî dewam dikin. Di nava du hefteyên derbasbûyî de nêzî 30 aktîvîst hatin girtin, gef li gelek malbat û aktîvîstan hate xwarin ji bo tevlî çalakiyan nebin.