Milîsên Zekiye Alkan ên HBDH'ê li 4 bajaran 7 çalakî kirin

Milîsên Zekiya Alkan ên HBDH'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê li çar bajarên cuda çalakî kirin.

Milîsên Zekiya ALkan ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li ser çalakiyan ev agahî da:

"STENBOL:

Li Stenbolê, me li hemberî avahiyeke Şaredariya Sancaktepe ya AKP'yî çalakiyeke sabotanê kirin. Agir bi avahiyê ket û welê lê hat ku nema karibe bê bikaranîn. Heman şevê li Stenbol-Sîlîvriyê, milîsên me agir berdan trafo û depoya binesaziya înternetê ya Turk Telekomê. Li Stenbol-Başakşehîrê me li hemberî makîneyên kar ên li OSB'yê çalakiya bombeyê lidar xist.

ŞIRNEX:

Li navenda bajêr Marketeke BÎM, li Cizîrê jî Markea Şok ji aliyê milîsên me ve hatin şewitandin.

RIHA

Li Rihayê, me li hemberî ofîsa zabita ya Şaredariya AKP'yî çalakiya sabotajê kirin. Ofîs bi temamî hate şewitandin.

WAN:

Li Wanê navendeke etut a şaredariyê ku qeyûm li ser hatiye danîn, bû hedefa me. Di encama çalakiya sabotajê de navend di asteke mezin de era bû."

Di daxuyaniyê de biryardariya şikandina tecrîdê hate nîşandan.