DAD: Serokatiya Cemxaneyê nûneriya me nake, zihniyeta qeyûmê ye
Navenda Giştî ya DAD’ê destnîşan kir ku Serokatiya Cemxane û Çanda Elewî-Bektaşî ya hatî avakirin, nûneriya Elewiyan nake, zihniyeta qeyûmê ye.
Navenda Giştî ya DAD’ê destnîşan kir ku Serokatiya Cemxane û Çanda Elewî-Bektaşî ya hatî avakirin, nûneriya Elewiyan nake, zihniyeta qeyûmê ye.
Navenda Giştî ya Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) têkildarî kirinên hefteya dawî ya Serokatiya Çand û Cemxaneyê ya Elewî-Bektaşiyê ku di bin banê Serokatiya Wezareta Çand û Tûrizmê de daxuyaniyeke nivîskî da. DAD'ê destnîşan kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê berdewam dikin.
DAD'ê diyar kir ku Serokatiya Çand û Cemxaneyê ya Elewî-Bektaşiyê weke helwesteke tayînkirina qeyûm û avakirina diyaneta Elewiyan e. Bi domdarî ev tişt hatin gotin: "Li gelek bajaran nûnerên dewlet û wezaretê bi gelek sazîbûnên li dijî me hatine avakirin re dixwazin bi meaşan Pîr’ên li gorî xwe tayîn bikin û Elewîtiyê têxin bin kontrola xwe. Serokatiya Cemxane û Çanda Elewî-Bektaşî ya hatî avakirin, nûneriya Elewiyan nake, zihniyeta qeyûmê ye."
DAD'ê xwest ku hemû saziyên wan ên hatine desteserkirin teslîmî wan werin kirin, xebatên ji bo kontrolkirina Elewîtiyê bên bidawîkirin, dev ji asîmîlasyon û dejenerekirina xebatên li dijî rastiya baweriya elewîtiyê werin bidawîkirin û mafên wan ên neteweyî û navneteweyî yên ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye têkevin dewrê.