Du keştiyên ku dixwestin ji Tirkiyeyê xwe bigihînin giraveke Yewnanîstanê noqî avê bûn û 4 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 18 kes hatin rizgarkirin.
TIRKIYE RIZGAR NEKIR
Berdevkê Ewlekariya Peravê ya Yewnanîstanê Nîkos Alexîou diyar kir ku zarokên ku jiyana xwe ji dest dane kurekî 8 salî, keçeke 14 salî û 8 salî û pitikê 11 mehî ye. Li gorî nûçeya Euronesê, Alexîou da zanîn ku keştî di nav deryaya Tirkiyeyê de noqî avê bûne, lê Ewlekariya Peravê ya Tirkiyeyê operasyona rizgarkirinê nekiriye. Alexîou îda kir ku keştiyeke dewriyeyê ya Yewnanîstanê penaberan rizgar kirine.
Hat diyarkirin ku penaberên birîndar rakirine Bendergeha Mytîlene ya Mîdîlliyê û ji wir sewqî nexweşxaneyeke herêmî kirine.