Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.
Parêzer ji bo karibin hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd re bikin hefteyê du caran serlêdanê dikin, lê belê ne erênî ne jî neyînî nikarin bersivê werbigirin.
Abdullah Ocalan di 12 salên dawî de tenê 5 caran bi parêzeran re hevdîtin pêk aniye. Di ser hevdîtina herî dawî ya parêzeran a di 7’ê Tebaxa 2019’an de 4 sal derbas bûn.