Parêzer Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn
Parêzer Ebrû Tîmtîk ku bi daxwaza darizandina bi edalet ket rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest da, di 3’emîn salvegera xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Parêzer Ebrû Tîmtîk ku bi daxwaza darizandina bi edalet ket rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest da, di 3’emîn salvegera xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Parêzer Ebrû Tîmtîk ku bi daxwaza darizandina bi edalet ket rojiya mirinê û piştî têkoşîna 238 rojana jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hevpişe, muwekîl û hevalên xwe ve li Goristana Gaziyê hat bibîranîn. Di bîranînê de pankarta “Ebru Tîmtîk nemir e” hat vekirin û cubbeyên parêzer û qurnefîl danîn ser gora wê.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo Ebrû Tîmtîk û şehîdên şoreşê destpê ir. Sekretera Komeleya Hiqûqnasên Nûjen a Şaxa Stenbolê Ezgî Onalan axivî.
Onalan bi bîr xist ku îro salvegera sêyemîn a wefata Ebrû Tîmtîk e û got ku berxwedana Ebrû û Aytaç a ji bo mafê darizandina bi edalet li hemû cîhanê deng veda. Onalan diyar kir ku 2 milyon parêzerên li seranserê cîhanê dît ku parêzer çawa bi neheqî tên darizandin û li ber vê yekê rabûn.
Di bîranînê de dirûşmeya “Ebrû Tîmtîk nemir e” hat berzkirin û stranên ku parêzer Ebrû Tîmtîk jê hez dikir hatin gotin.