ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Parlamentera Partiya Çepên Kesk Bêrîtan Guneş nerazîbûn nîşan da ku li meclîsê pêşî li kesên sûc li jin û zarokan kirine tê vekirin. Guneş got, hewl didin ku sûcên li dijî jinan asayî bikin.
- Eşkere bû ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm dest daniye ser, 3 hezar çente firotiye Baskê AKP'ê yê Jinan.
- Li Rojhilata Navîn hejmara nasnameyên ku daneyên biyometrîk tê de ne hene, zêde dibe. Pispor bi fikar in ku rejîmên zordar van daneyan li dijî muxalîfan bi kar bînin.