Li Dara Hênê ji bo kalekolê dar tê birîn
Li bejahiya gundê Riz ê navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê, ji bo çêkirina kalekolê darên li daristanê hatin birîn.
Li bejahiya gundê Riz ê navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê, ji bo çêkirina kalekolê darên li daristanê hatin birîn.
Dewleta Tirk ji bo çêkirina kalekolê dar birî. Qada ku rê lê tê çêkirin jî bi têlan hatiye pêçandin.
Xelkê ku li gundên di salên 1990'î de hatin şewitandin û valakirin vegeriya, ji vê yekê bi fikar e.
Gundiyên ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn gotin, "Em jî welatiyên vî welatî ne. Me zerar nedan kesî, eger em li vir dimînin em neçar in heywanên xwe biçêrînin. Êvarê heywan belva dibin. Divê ew bêne komkirin. Ji me re dibêjin, 'heywanên xwe nînin vê derê, neçêrînin'. Di van şert û mercan de em çawa li vê derê bin?"