'Civîn û konferans ji bo dema bê, gaveke mezin e'

Parlamenterê berê yê HDP'ê Kemal Bulbul diyar kir ku bi konferans û civînên gel re wê nexşeyeke rê ya xurt ji bo pêvajoya bê diyar bikin û destnîşan kir ku ev pêvajo gaveke mezin e.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kongreya Awarte ya 4'emîn li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya Enqereyê pêk tîne. Di kongreyê de wê rêzikname bê guhertin, hejmara endamên Meclîsa Partiyê bê kêmkirin. Li gorî vê yekê di 100 endamên daîmî û 50 endamên cihgir ên Meclîsa Partiyê de guhertin tê kirin. Hate ragihandin ku Sûltan Ozcan û Cahît Kirkazak ji bo hevserokatiya giştî ya HDP'ê bûne namzet.

Parlamenterê berê yê Antalyayê yê HDP'ê Kemal Bulbul beriya kongreyê nirxandin kir û diyar kir ku civînên gel, serdan û konferansên hatin kirin ji bo Kongreya Giştî ya Awarte ya HDP'ê gaveke mezin e.

Bulbul anî ziman ku di van çalakiyan de yek ji mijarên herî girîng ên hatin nirxandin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêbazên çareseriya pirsgirêka Kurd bû û got, "Me konferansa xwe ya bajêr a Enqereyê lidar xist. Weke kesekî ku Enqereyê baş nas dike û berê Serokatiya Bajêr a HADEP'ê kiriye, tevlîbûna li vê konferansê gelekî girîng dibînim. Di asteke bilind de nirxandin û pêşniyar hatin kirin. Hem hevalên jin hem jî ji aliyê tevlîbûna giştî ve li ser rêbaza tevlîbûna li hilbijartinê, pirsgirêkên herêmî, têkiliyên herêmî bi navendê re û hilberandina polîtîkaya giştî pêşniyarên bi hesta berpirsyariyê hatin kirin. Gelek ji van pêşniyaran bêguman wê bandorê li konferansa navendî bike."

EM Ê BI REXNEYAN SIYASETEKE HÎN BI BANDOR BIMEŞÎNIN

Bulbul anî ziman ku piştî hilbijartinên giştî wan bi gel re civîn lidar xistin, bi dehan saziyan re hevdîtin kirin û got, bi beşdariya HDP, Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk re pêvajoyeke gelekî cidî ya rûbirûbûnê derbas kirin.

Bulbul destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk ew ê di pêvajoya bê de muxalefeteke hîn bi bandor bimeşînin û got, "Rojeva herî girîng a van konferansan nirxandina kêmasiya me bû ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd de em çima hîn bêhtir hilberîner nebûn. Her wiha tecrîda bi rêk û pêk a li ser Ocalan tê ferzkirin mijareke konferansa me bû. Mijarên herî girîng ev herdu sernav bûn. Em ê van pirsgirêkan bixin rojeva konfeansa xwe û desteya xwe ya giştî. Bi encamên ji vê wergirtî em ê dema nû pêşwazî bikin. Em ê hilbijartinên xwecihî, hilbijartinên şaredariyê bi vî rengî pêşwazî bikin."

Bulbul diyar kir ku HDP li gel her cûre zext û zordariyê jî têkoşîna xwe dewam dike û got, "Doza girtinê ya li dijî HDP'ê hîn jî bi dawî nebûye. Em zanin ku saziyên pêwendîdar ên dewletê wê lê binihêrin bê em ê gaveke çawa biavêjin, pozîsyoneke çawa de bûn, li gorgî wê yekê biryarê bidin û ji ber ku em jî vê helwesta wan ji berê ve dibînin, em ê li gorî vê yekê helwestê nîşan bidin. HDP weke partiyekê bêguman wê hebe. Lê belê enerjiya xwe ya esasî, performansa xwe ya kar a esasî wê bi partiya ku niha navê wê Partiya Çepên Kesk e û wê di kongreyê de bê guhertin, bi meclîsa nû ya partiyê, bi desteya rêveberiya navendî ya nû û hevserokên giştî yên nû dewam bike."