Kongreya Awarte ya 4'emîn a HDP'ê: Em ê têkoşînê mezin bikin!

Kongreya Awarte ya 4'emîn a HDP'ê li Enqereyê pêk hat. Di kongreyê de Sûltan Ozcan û Cahît Kirkazak bûn Hevserokên Giştî yên HDP'ê.

Kongreya Awarte ya 4'emîn a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya li Enqereyê pêk hat. Li salona kongreyê pankarta "Hêvî em in" hate daliqandin.

Parlamenterê berê yê HDP'ê Mûrat Çepnî destpêkê axivî û got, "Her kes li bendê ye ku em xwe tengav bikin. Lê belê ji bo serketinê em li vê derê ne. Dîroka HDP'ê dîroka vê ye."

Piştre ji bo hevserokatiya dîwanê Emîralî Turkmen û Halîde Turkoglû hatin hilbijartin. Kongre diyarî Dayikên Aştiyê Adalet Safali, Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk hate kirin ku ji ber lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ji bo dayina îfadeyê ji Geverê diçûn Colemêrgê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan.

Piştî hilbijartina dîwanê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hate girtin.

Dûre Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar axivîn.

BÛLDAN: EV TÊKOŞÎNA BI RÛMET WÊ TEQEZ BI SER BIKEVE

Bûldan, di destpêka axaftina xwe de silavên xwe ji bo girtiyên siyasî, kesên li sirgûnê û hemû kesên nekarin tev li kongreyê bibin kir û wiha got: “Di şexsê Denîz Poyraz a hêja de ez hemû rêhevalên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dayîn bi rêzdarî û biminet bi bîr tînim. Her wiha xwedê rehma xwe li Dayikên Aştiyê Perîşan Akçelîk û Adalet Safali bike. Bila soza me ya ji bo wan be ku heta aştî tê vê xakê û heta rondikên çavên dayikan radiwestin û digihijin zarokên xwe em ê vê têkoşînê bidomînin.

Em di ferqê de ne ku bi vê kongreyê ber bi guherîn û veguherînê ve diçin. HDP mîna şitla hezkirinê ye ku di nava hêviyê de şîn bûye. Yên ku dixwazin vê şitlê hişk bikin, yên çavberdane vê şitlê bila baş bizanin ku dê nekarin bi operasyon û darbeyên qeyûman, bi dozên kompasê vê têkoşînê tune bikin. Li dijî van operasyonan em bi serfirazî li ser pêya ne. Ji kolanan heta meydanan, ji nav zeviyan heta girtîgeh û eywanên dadgehan, têkoşîna me li her deverê didome.

Me her tim li dijî bahozan li ber xwe da û têkoşiyan. Me hêvî mezin kir, paşve gav neavêt û tu caran dudil neman. Mîna Mehmet Sîncar, Mûsa Anter, Vedat Aydin û Îbrahîm Ayhanan em her tim li ser pêyan man. Xwestin bi planên têkbirinê serî bi me bidin tewandin lê me tu carî netewand û planên wan vala derxistin. 

Welêt di pêvajoyeke giran de ye. Li çar aliyan krîz û alozî hene. sedema vê jî pirsgirêka kurd e, pirsgirêka wekhevî û tecrîdê ye, darbeya qeyûman e, qirkirina jinan û pirsgirêka talan, nelirêtî û demokrasiyê ye. Lewma divê em têkoşînê mezin bikin û pirsgirêkan çareser bikin. HDP ji bo vê heye. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya aştiyeke birûmet bernedin. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û guftûgoyê were çareserkirin, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em soz didin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê xurtir û mezintir bikin. Aqilê dewletê yê ku li Îmraliyê tecrîdê li birêz Ocalan ferz dike baş bizane ku dê nekare rêya çareserî û aştiyê bixitimîne. Em careke din soz didin ku dê bi têkoşîna xwe dawî li vê tecrîdê bînin.

Tecrîda li ser birêz Ocalan, tecrîdkirina aştî, demokrasî û pêşeroya welêt e. Divê her kes bizane ku em ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo mafê azadiya zimanê dayikê û baweriyê ya hemû gel û neteweyan bernedin. Di têkoşîna hevalên me yên astengdar de em ê li gel wan bin. Em soz didin ku dê têkoşîna ji bo kurd, elewî, ermen, suryan, êzidî, roman, çerkes, laz, pomak û hemû gelan mezintir bikin. Dê têkoşîna me ya ji bo makeqanûneke piranîparêz, demokratîk û sivîl bidome. Em ê her tim cem kedkaran cih bigirin, têkoşîna li dijî rejîma qeyûman mezintir bikin, li dijî talankirina xwezayê berxwedana xwe mezintir bikin.

Banga min ji bo her kesî ew e ku li dijî kesên gelê kurd înkar dikin bibin yek. Em bi sekn û vîna Newrozê bibin yek, li dijî kesên dixwazin gelê kurd, zimanê me û çanda me tune bikin yekitiya xwe ava bikin. Heta ku em dibêjin her bijî yekitiya gelê kurd li ser vê mijarê bisekinin. Jinên hêja, HDP partiya jinan e. Jinan bi HDP’ê re gelek destkeftî bi dest xistin û pir mezin têkoşiyan. Dê jin di her qadê de bi rola xwe ya pêşengtiyê rabe û bidomîne. Dê kesek nekare pêşiya jinan bigire û jin hêza guherînê ne. Em ê biguherînin, ava bikin û bi ser kevin. Em ê dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li her devera cîhanê biqîrin û olan bidin.

Serbilind im ku bûm kedkareke fikriyata HDP’ê û bûm endama wê. Ev doz, doza wan kesan e ku di nefesa xwe ya dawî de jî digotin ez deyndar diçim e. Min jî sond xwariye ku wê heta nefesa xwe ya dawî di vê rêyê de bimeşim û bibim parçeyeke vê têkoşînê. Ev nêzî 5 sal in hevseroka giştî ya vê partiyê me. Me got ku niha jî dem dema guherîn û veguherîneke mezin e. Tu kes ji me mimkin nîne dengên me di hilbijartina dawî de girtin qebûl bike. Ji bo ku li rexneyên we guhdar bin, me bi gel re, bi avadanî û rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan, bi meclisên jin û ciwanan re civîn li dar xistin û niha jî 4’emîn Kongreya Awarte li dar dixin. Di serî de hevalên me yên li girtîgehan, spasiyên xwe pêşkeşî hemû hevalên jin, Dayikên Aştiyê û gelê me dikim ku di vê pêvajoyê de ji min re bûn heval û rêheval. Ez soz didim ku dê her tim li cem we bim. Wê ev têkoşîna birûmet teqez bi ser keve. Wê zalim têk biçin û serkeftin a mazluman be. Rêya me tevan vekirî be. An serketin an azadî an azadî."

SANCAR: HETA SERKETINÊ EM Ê TÊBIKOŞIN

Piştre jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar derket ser dikê û piştî silavkirinê dest bi axaftina xwe kir. Sancar, wiha got: “Rêwîtiya HDP’ê ya 11 sal berê dest pê kirî tevî her cureyên zehmetî û astengiyan jî didome. Partiya me karî hemû astengiyan derbas bike, rêyên xitimî û yên nû veke. HDP, tevger û fikriyateke ku rihên xwe pir kûr berdana nava xakê. Ev rêya ku bi bedel û xîreteke mezin hatiye destpêkirin, niha ketiye qonaxeke nû. Ev qonax, berpirsyartî û peywirên girîng li me ferz dikin. Li dijî rejîma otorîter, zextker, înkarger û mêtinger a niha li Tirkiyeyê roj bi roj xwe sazûman dike, navenda têkoşînê HDP ye.

Em di ferqê de ne ku encamên dawî yên hilbijartinan, me serkeftî nîşan nadin. Hedefên me hebûn lê me nekarî pêk bînin. Muhesebekirina vê jî mecbûriyeteke dîrokî, exlaqî û wijdanî bû. Ji bo ku soza me daye gelê xwe pêk bînin, piştî hilbijartinê demildest hewldanên me çêbûn. Di pêvajoya heta kongreyê de hemû xebatkarên partiyê ya ku ji destê wan hatî kir.

Em mecbûr in ku xwe nû bikin û xeteke têkoşînê ya xurttir ava bikin. Ji ber ku tu hêz, navnîşan, dînamîk û tecrûbeyeke din aku bikare demokrasî, aştiyeke adilane, azadî û wekheviyê bîne vî welatî nîne. Lewma berpirsyartî û peywira me giran e. Me hemû astengî û zehmetiyên heta niha derbas kirin. Xwestin fikriyata me bifetisînin lê me yekitiya xwe ya navxweyî parast û ev dorpêç ji holê rakir. Kêmasî û xeletiyên me jî çêbûn. Em nikarin van paşguh bikin. Lê divê em ji her alî ve bigirin dest û xeteke têkoşînê ya rast ava bikin.

Fikriyata HDP’ê xwedî taybetiyên wisa ye ku dikare ji bo vî welatî, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê bibe mînak. Cudahiyên me dewlemendiya me ne. Bi pêkhateyên xwe, bi kesayetên xwe, bi hevalên xwe yên têkoşînê re em hemû cudahiyên xwe diparêzin û di çarçoveya heman hedef, rêgez û nirxan de dimeşin. Mezinahiya HDP’ê jî jni vir tê.

Ev kongre, fînala pêvajoya me daye desptêkirin nîne. Tenê yek ji rawestgehên pêvajoya muhasebeyê ye. Em ê ji vir û şûnde tecrûbeya xwe ya têkoşînê û hêzên xwe li Partiya Çepên Kesk kom bikin lê dê HDP hem weke sazî hem jî weke ruh li vir e. Em ê mezin bibin. Li dijî zem, zilm û xerabiyên ev rejîm bi gelê me dide jiyîn, têkoşîna xwe mezin bikin. Yek ji hedefa me ew e ku bi hemû derdorên civakî re yekitiya xwe hîn xurtir bikin. Rexne û nirxandinê têkildarî HDP’ê girîng in. Em tevekan jî girîng û  binirx dibînin. Hinek derdor hewl didin li dijî vê fikriyatê planên pêş bixin. Divê em li dijî van hişyar bin. Divê em dara HDP’eê biparêzin û ev deyn û berpirsyartiya me ye.

Em ê hevgirtina xwe xurt bikin û mezintir bibin. Em ê kêmasî û xeletiyên xwe yên di hevdîtinên xwe yên tifaqan de baş bibînin, binirxînin û pêwendiyên nû ava bikin. Em ji bo aştî, demokrasî û edaletê ketin rê. Aştiyeke birûmet û adilane hedefa me ya herî girîng e. Lewma em vê kongreyê diyarî dayikên aştiyê dikin. Ji bo ku têkoşîna dayikên aştiyê bi ser bixin, em vê kongreyê pir girîng dibînin. Hem dayika me ya Adalet Safali, hem dayika me ya Sosin û hem jî kurê wê Cîhan Akçelîk ji ber zilmê jiyana xwe ji dest dan.

Li pêşiya me kongreya Partiya Çepên Kesk heye. Ev pêvajo dê bi kongreyan bi dawî nebe. Di mijara gel, siyaset û hwd. em ketibin nava çi kêmasiyan, em ê di civîn û kongreyên xwe de nîqaş bikin. Heke em nekarin siyasetê bi gel re bimeşînin, em ê bikevin xefikên partiyên pergalê. Bi qasî rêgezên xwe yên polîtîk, em ewqas jî bi rêgezên xwe yên etîk hene. Ji bo ku berpirsyartiyên xwe pêk bînin, em neçarin ku bingeheke saxlem ê polîtîk û etîkê ava bikin ku tu kes nekare gazincan bike. Fikriyatek li pêşiya me heye ku dikare ji bo siyaseta Tirkiye û cîhanê mînakan biafirîne. Ev jî HDP ye. Divê em di mijara kirina siyasetê ya li Tirkiyeyê de mînakan ava bikin.

Piştî 30 salên jiyana xwe ya akademiyê, ji bo hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an ez hatim vexwendin. Min jî qebûl kir û bi awayekî çalak di partiya me de dest bi siyasetê kir. Armanca min ew bû ku tevahiya keda xwe ya 30 salan a ji bo aştî, çareserî, demokrasî û mafên mirovan derbasî vê partiyê bikim. Armanca min ew bû ku vê tecrûbeya xwe bikim parçeyeke fikriyata HDP’ê. Ev yek, peywireke min a exlaqî, wijdanî û siyasî bû. Min ji bo çareseriyê xebat kirin. Ji bo çareseriyeke adilane min di qada neteweyî û navneteweyî de xebat meşandin. Lê dema min dest bi wekîltiyê kirî, em ketin pêvajoya herî giran, pêvajoya plana têkbirinê û konsepta şer. Di rewşeke wiha de min di kongreya sala 2020’an de teklîfa hevserokatiya giştî qebûl kir. Li gel we çi ji destê min hatibe min kir. Ev, peywireke birûmet bû. Ez gelek tiştan hîn bûm. Êdî ji vir û şûnde dê hinek hevalên me yên din vê peywirê bigirin. Soz didim ku weke neferekî dê vê têkoşînê heta dawiyê bidomînin.

Rêhevalên min ên hêja, gelê me yê biqedr, em neçarin ku bi ser kevin. Hêza ku dê vî welatî ji xwîn û şer rizgar bike li vir e. Ji vir û şûnde jî çi ji destê min were ez ê bikim. Em bi hev re ne û her cureyên peywirê pîroz in. Hevserokatiya giştî ya HDP’ê jî peywireke birûmet bû. Ez her ji niha ve wan hevalên nû pîroz dikim û jê re serkeftinê dixwazim. Bila kesek xwe reşbîn neke. Ji ber ku bêhêvîtî û reşbînî mirov ber bi teslimiyetê ve dibe. Teslîmbûn tune ye. Em ê heta dawiyê têbikoşin û bi ser kevin. Em vê têkoşînê ji bo rêhevalên me yên di zindanan de, ji bo hemû mirovên me yên bedelê didin, ji bo hevalên me yên li sirgûnê û ji bo hemû hemwelatiyên vî welatî dimeşin. Rêya me vekirî be. Em ê bi ser kevin. Serketin hevalno."

Di kongreyê de namzetên Hevserokatiya Giştî yıa HDP'ê Sûltan Ozcan û Cahît Kirkazak axivîn.

Di kongreyê de ji ewil Sûltan Ozcan axivî û wiha got: “Roja HDP hatiye avakirin heta niha di lijneyên wê yên cuda de min cih girt. Dema peywira hevserokatiya giştî ya HDP’ê ji bo min hatî teklîfkirin, min ev yek weke nîşaneya rûmetê qebûl kir. Soz didim ku dê felsefeya HDP’ê bidomînim û bibim parçeyeke vê meşa mirovahiyê ya mezin. Di vê meşa ku ez birûmet û bi evîneke mezin pê re girêdayî me çi peywir bikeve ser milê min ez ê pêk bînim. Me got ‘HDP fikriyateke û nayê girtin.’ Me ji kesên HDP dorpêç kirine re got; ‘HDP avahiyek nîne, deriyek nîne.’ Ji ber ku HDP fikreke û vê fikrê weke çvkaniya jiyanê ya gel hemû astengî derbas kirin û xwedî wê hêzê ye ku rêyên nû veke. Vê hêza xwe jî ji hemû nirxên demokratîk û şoreşger ên Mezopotamyayê, Anatoliya û Trakyayê digire. Em dibêjin ku HDP wê di rêya xwe ya nû de li gel Partiya Çepên Kesk têbikoşe û hemû astengiyan ji holê rake."

Namzetê din ê hevserokatiya giştî ya HDP’ê Cahît Kirkazak jî di kongreyê de wiha got: “Dema me li HDP’ê dest bi têkoşînê kirî, me soz da hev, da gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê. Soza me jî ew bû ku daxwazên dayikên aştiyê yên di rêya aştiyê de jiyana xwe ji dest dayîn pêk bînin. Ev soza me hêj derbasdar e. Em ê teqez vê têkoşînê bi ser bixin. Banga me ji bo gelê me ye; mil bidin milê me û em bi hev re jiyana nû û ya azad ava bikin. Ên ku êrişî xeta me ya jiyana nû û azad dikin bila baş bizanin ku dê nekarin bi ser kevin. Bila tirsa we ya li hemberî me bidome.” 

RÊVEBERIYA PARTIYÊ DIYAR BÛ

Kongreya Awarte ya 4'emîn a HDP'ê bi hilbijartinê qediya. Di encamê de jî Sûltan Ozcan û Cahît Kirkazak bûn Hevserokên Giştî yên HDP'ê.

Di kongreyê de Meclisa Partiyê (PM) û lijneyên peywirdar ên HDP’ê jî hatin diyarkirin. 

Endamên esil ên PM’ê: Adem Demîragaç, Ahmet Yaşaroglû, Aydin Çetînkaya, Ayfer Demîrel, Ayşe Yilmaz, Besra Aslan, Cevdet Bakin, Fatma Yilmaz, Gulistan Ataş, Gulsum Agaoglû, Gultekîn Koçdemîr, Gulten Akdag, Gulustan Onver, Hatîce Akdag, Husnu Kuran, Îsmet Kaya, Kahraman Oguz, Kamîle Koç, Kayhan Yuksel, Kiymet Temel, Kiznaz Turkelî, Mahmût Çavli, Mahmût Emîn Avci, Mehmet Yalçin, Mehmet Zarîf Kesîcîler, Mûstafa Erbek, Muge Yamanyilmaz Koşar, Nûrettîn Soznmez, Perûze Demîr, Resûl Sadak, Saît Biçakci, Salih Mevalî, Sevgul Yalçin, Songul Kose, Şengul Aci, Turkan Konukcu, Ubeydûllah Ozmen, Ufuk Ozel û Zehra Vezan Karabulut.

Endamên cihgir ên PM’ê: Nilûfer Yeşîltepe, Aydin Kaya, Cahît Dogan, Melek Yerkan, Zekiye Ozkan, Şenel Ozturk, Îmam Ozçelik, Çetîn Çîftçî, Hazîme Denîz, Mehmet Aga Benlî, Guher Urkun, Îsmaîl Agan, Selamî Ozyaşar, Saît Kiliç û Zabit Vurdu.

Endamên desteya disiplînê: Adalet Aydin Sozkesen, Ayhan Akgul, Berfîn Kaya, Bîlal Algunerhan, Celal Soguk, Şevkiye Muge Caner û Yuksel Yildirim.

Endamên esil ên desteya lihevhatinê: Ayşe Etîz, Emîne Ecer û Nûman Hasanoglû.