Xwarinê nadin kesên li Farqînê hatine destgîrkirin

Hate zanîn ku 5 kesên li Farqînê hatin destgîkirin li midûriyeta emniyetê tên ragirtin û heta niha jî xwarin nedane wan.

Duh li mezraya Bameyda ya gundê Hêlînê yê navçeya Farqîn a Amedê şer derket. Di dema operasyona li dijî gund de konê koçeran ji hêla leşkeran ve hat şewitandin û welatiyên bi navên R.D. (54), S.D., H.D. (24), H.D. (28), M.S. (45) bi êşkenceyê hatin destgîrkirin. Li gorî agahiyan; her 5 welatî jî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Farqînê tên ragirtin û ji duh heta niha bêxwarin hatine hiştin. Her wiha hat destnîşankirin ku zext li her 5 welatiyan tên kirin. 

Li gorî agahiyan, ji destgîrkiriyan rewşa M.S. xirab bûye û rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.