ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Parlamenterê Stenbolê yê ji Partiya Çepên Kesk û Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek rexneyên li ser HDP'ê û pêvajoya rexnedayinê nirxand û got, "Dawiya dawî serketin wê ya polîtîkaya şoreşger be."
- Azad, Jiyan û Destîna... Ji tevlîbûnê heta bi şehadetê her roj bi têkoşîneke mezin derbas kirin. Bûn sembola berxwedanê, bûn navê rûmetê.
- Ciwanên Kurdistanî û Enternasyonalîst wê li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê bi dirûşma 'Bi ciwanên rêxistinbûyî ber bi azadiya Rêbertî ve' ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konferansekê lidar bixin.
- Li Colemêrgê ku bêkarî zêde ye, hin mirov ji bo karibin debara xwe bikin neçar dimînin ku bi mehan dûrî mala xwe şivantiyê bikin.
- Meha tebaxê ku destpêka wê xiyaneta li Êzidiyan e û dawiya wê jî çepeliya li hember Hewlêr û Raperînê ye, bi wê pêşwaziya berpirsên PDK’yê ya li Hakan Fîdan lekeyeke reştir û kirêttir lê zêde bû.