Rewşa girtiyên nexweş Poyraz û Yildirim giran e
Hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Onder Poyraz û Selver Yildirim giran e, lê tedawiya wan tê astengkirin.
Hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Onder Poyraz û Selver Yildirim giran e, lê tedawiya wan tê astengkirin.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di 596’emîn “Rûniştina F”yê ji bo girtiyên nexweş, li pêşiya avahiyê komeleyê li dar xist. Rûniştina vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê rewşa wî giran Onder Poyraz ê di Girtîgeha Hejmara 2’yan a Ewlehiya Bilind a Dûmlû ya Erziromê tê ragirtin. Gelek parastvanên mafên mirovan û xizmên girtiyên nexweş tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Tedawî maf e, nayê astengkirin”, “Bila girtiyê nexweş Onder Poyraz were berdan” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş werin berdan”, “Tedawî maf e, nayê astengkirin”, “Tecrîd dikuje, piştevanî jiyan e” hatin berzkirin.
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergîs Şahînê daxuyaniya vê hefteyê xwend.
Şahînê destnîşan kir ku di girtîgehan de astengkirina tedawiya girtiyan û binpêkirinên mafan berdewam dikin û da zanîn ku girtî ji ber van sedeman gelek caran bi grevên birçîbûnê dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. Şahînê anî ziman ku girtî ji ber raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) yên “Dikare di girtîgehê de bimîne” di girtîgehan de têne ragirtin û got ku divê di vê mijarê de demildest hin gav werin avêtin.
ENQERE
Înisiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, 468’emîn çalakiya xwe ya ji bo girtiyên nexweş li pêşiya avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê li dar xist. Înisiyatîfê vê hefteyê li ser rewşa girtiya nexweş Selver Yildirim a li Girtîgaha Jinan a Sîncanê sekinî.
Daxuyaniya Înisiyatîfê endama şaxê Sevîl Tûrgûtê xwend. Tûrgûtê destnîşan kir ku gelek nexweşiyên kronîk ên Yildirimê hene û got: “Êdî çavê rastê yê Yildirimê nabîne. Çavê wê yê çepê jî ji sedî 15-20 dibîne. Dîsa movikên pişta wê xera bûne. 25 sal e di girtîgehê de ye û ev nexweşîn ji ber şert û mercên girtîgê lê peyda bûne.
Turgûtê destnîşan kir ku Yildirim di warê tenduristiyê de gelek zehmetiyan dikişîne, mafê wê yê dermankirinê tê astengkirin û ev tişt gotin: “Êdî wekî felcê lê xistibe nikare bixwîne û binivîse, nikare televîsyonê temaşe bike, dema çend deqeyan diaxive çavên wê diêşin. Ger tiştek neyê kirin wê çavên wê biçin. Çavên wê ji ronahiyê nerihet dibin û tim sor dibin. Em dixwazin nexweşiyên ku lê pê peyda bûne werin dermankirin. Ji bo çavên wê jî divê mercekên bijîşk diyar kirine û berçavka tavê bên stendin. Her wiha em dixwazin xwarinên li gorî ûrê wê jê re werin dayîn û xwarinên jê re hatine pêşniyazkirin jê re werin stendin.”