ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan bi rengekî ku mirov jê şerm bike li Hewlêrê hate pêşwazîkirin û bal kişand ser rola Fîdan a di kuştina gelek şervan û pêşengên Kurdan.

- Parlamenterê berê yê HDP'ê Kemal Bulbul diyar kir ku bi konferans û civînên gel re wê nexşeyeke rê ya xurt ji bo pêvajoya bê diyar bikin û destnîşan kir ku ev pêvajo gaveke mezin e.

- Çîroka Fedakar û Egîd çîroka Mêrdîn û Dîlokê ye, çîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye, çîroka fedakarî û fedaîtiyê ye. Ji ber ku ev herdu gerîla bi tevlîbûn û jiyana xwe bûn parçeyek ji vê berxwedana dîrokî.