Alîkarê Serokê Bajêr ê AKP’ê şaredariya qeyûm xistiye bin destê xwe

Derket holê ku Mûrat Turlu yê ku bi hinceta “Qelebalixiyê dikin” 6 hezar TL cezayê pere li Rêxistina HDP’ê ya Wanê birî, hevkarê Vahap Onder ê AKP'î ye û şaredariya wan bi rêya şîrketa ku Onder xwediyê wê ye, hemû wesayîtên teknolojîk dikirin.

Alîkarê Serokê Wanê yê AKP’ê Vahap Onder, qet ji şaredariya ku ji aliyê qeyûm ve hatî xespkirin, dernakeve. Onder mekama hin serokên ku pê re di nava têkîliyê de ye û qasî 24 saetan li şaredariyê îkametê dikin, ji bo karên şîrketa xwe weke ofîsê bi kar tîne. Onder xwediyê fîrmaya bi navê Teknolojiya Serkeftî (Başari Teknolojî) ye. Onder cihê xwe yê siyasî yê di AKP’ê de veguherandiye rantê û hemû îhaleyên teknolojîk ên şaredariyê digire. Onder carna îhaleya bi vexwendname, carna jî bi kirîna rasterast hemû îhaleyan digire. Onder van îhaleyan bi piştgiriya Midûrê Şaxa Îhaleyê ya 1’emîn Çetîn Koçak ku bi nifûza xwe ya siyasî aniye ser wezîfeyê, distîne.

Alîkarê Serokê Bajêr ê AKP’ê Onder hîna îhaleya ku standiye, ne qedandî pereyê xwe digire. Vê yekê jî bi gefxwarinê dike. Onder li dijî personelê şaredariyê kartvîzîta AKP’ê bi kar tîne û gefan li personel dixwe ku eger kar di rewşa xwe de neçû wê tişta pêwîst were kirin. Onder bi saya vê yekê amûrên mîna kompûter, makîneya fotokopî û amûrên nivîsan temîn dike û her sal bi milyonan pereyê ku heq nake, bi dest dixe.

Qada rantê ya Onder a di şaredariyê de, ne tenê qada standina teknolojîk e. 10 wesayîtên kirê girtî yên Onder, li Serokatiya Daîreya Kontrola Parastina Jîngehê hene. Wesayîtên wî jî di ti karî de nayên xebitandin. Onder ji 10 wesayîtên xwe yên di garaja şaredariyê de, rantek mezin bi dest dixe. Yê ku ev derfet dayî Onder jî, Serokê Daîreya Kontrola Parastina Jîngehê Mûrat Turlu ye. Turlu jî yek ji wan kesan e ku bi nifûza siyasî ya di AKP’ê de Serokatiya Daîreyê dike.  Onder ê ku bi xwe Serokê Daîreyê tayîn kir, bi vî rengî Midûriyeta Kontrola Parastina Jîngehê jî girêda.

Murat Turluyê ku ji aliyê Onder ve hatibû ser wezîfeyê, bi hinceta ku qelebalixiyê dikin, 6 hezar TL cezayê pere li HDP’ê birîbû. Turlu bi vê yekê re ketibû rojevê. Tûrlû ku di heman demê de Midûrê Şaxa Parstina Gola Wanê ye, beriya niha bi 200 milyon TL li dijî şaredariya HDP’ê doz vekiribû. Şîrketa ku di santrala paqijkirina bermahiyên hişk de ya ku 25 sal in ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatiye vekirin, diviyabû ji sedî 70 ê elektrîka ku tê hilberandin bide şaredariyê, Turlu jî di berdêla rantek diyarkirî de para şaredariyê daxist ji sedî 4’an.