DÎSK’ê serdana Partiya Çepên Kesk kir

Şandeya DÎSK’ê serdana hevberdevkên Partiya Çepên Kesk kir.

Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, Serokê Sendîkaya Karê Giştî Remzî Çalişkan û rêveberên DÎSK’ê serdana hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Ûçar û Îbrahîm Akin kirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî û endamên MYK’ê Sevtap Aktag û Mehmet Nûrî Ozdemîr tevlî serdanê bûn.

Serokê DÎSK’ê Çerkezoglû derbarê kampanyaya Di Bacê de Edalet agahî da û got: “Divê barê giran a bacê ya li ser xebatkaran bê rakirin.”

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin ev tişt got: “Di dema nû de hêza kirînê her ku diçe dikeve. Ji ber belaviya muxalefetê, di têkoşînê de nuqteyên hevpar nayên afirandin. Em jî hewl didin ku vê valatiya muxalefetê dagirin û bi hemû muxalefetê re xetek hevpar biafirînin. Rejîma heyî xebatên tasfiyekirina siyaseta Kurd û muxalefetê didomîne. Ev, di heman demê de hewl dide ku her kesê di vê têkoşînê de hevpar tasfiye bike. Me di têkoşîna li Akbelenê de dît. Eger em yekîtiya xwe ya di têkoşîna li kolanê de, bi gotina xwe ya di Meclîsê de hevpar bikin, wê têkoşîna civakî mezin bibe.”

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî got ku wê têkoşînek bi bandor bimeşînin.