ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Liceyê operasyon
Li Liceyê, artêşa Tirk amadekariyê dike ku li herêma bejahî ya goristana HPG'yiyan lê ye, dest bi operasyonê bike. -
'Bila cenazeyên me bi erdê re nekişînin ew bes e; em pere naxwazin!'
Daxuyaniya AKP'ê ya "wê meaş ji mirovên xizmên xwe di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane were dayîn" rastî nerazîbûna malbatan hat. Malbatan destnîşan kirin, ku kujer hikûmet e. -
Ciwanê ku MÎT'ê şand nava DAIŞ'ê, kek û biraziyên xwe jî bi xwe re bir
Halîl Îbrahîm Gozlemcîoglû yê ku MÎT'ê ew şand nava DAIŞ'ê û hat îdîakirin ku di şerê li hemberî YPG'ê de miriye, derket holê ku beriya 3 mehan ferdên din ên malbata xwe ji Enqreyê biriye Reqqayê. -
Serokê AABF Mat: Dem dema bikaranîna dengan e
Serokê Giştî yê AABF Huseyîn Mat bang li Elewî û hemû beşên civakê yên li Ewropayê dijîn kir, ku biçin ser sindoqan û got, "Roj roja hesabpirsîna ji Erdogan e." -
Tîmên taybet êrîşî Şaredariya Geverê kirin
Tîmên Taybet, bi bombeyên gazê êrîşî avahiya Şaredariya Geverê kirin. -
Sererastkirin
Ji bilî şaş nivîsandina paşnavê 'Ozaydogdû', hemû agahiyên di nûçeya me de rast in. -
2 cenazeyên din ên ciwanên li Bismilê hatin teşhîskirin
Ji cenazeyên ciwanên roja 6'ê Cotmehê li navçeya Amed Bismilê hatin înfazkirin û ji bo otopsiyê rakirina Morga Tipa Edlî ya Meletiyê, di encama testa DNA de tespît bû 2 ji van cenazeyan ên Dogan Înce û Şeyhmûs Goçerge ne. -
Li Dîlokê operasyona qirkirina siyasî: 11 girtin
Li Dîlokê, ji 19 kesê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavirin, 2 jê zarok 11 kes hatin girtin. -
Ji polîs lêdana 'tu çima di komkujiyê de nemir'
Koçyîgît a ku di komkujiyê de hevala Meryem Bûlût ku bi salane li Meydana Galatasarayê nobeda edaletê digire ji dest da, ji ANF'ê re ew kêliyên zehmet vegot. -
Odeya Tabîban: 106 kesan jiyana xwe ji dest dan, 89 birîndar li nexweşaneyan e
Odeya Tabîban a Enqereyê diyar kir, ku di komkujiya 10'ê Cotmehê de heta niha 106 kesan jiyana xwe ji dest dane, 90 birîndar jî tên dermankirin. -
Li Îdirê operasyona qirkirina siyasî: 5 kes hatin binçavkirin
Li Îdirê, di serdegirtinên malan ên danê vê sibehê de 5 kes hatin binçavkirin. -
Alî Dogan ê di mîtînga aştiyê de birîndar bû li Kolnê dengê xwe bi kar anî
Yek ji birîndarên mîtînga aştiyê ya Enqereyê Alî Dogan, li Kolnê dengê xwe bi kar anî. -
Bi pêşengiya partiyên siyasî yên Swîsreyî, komkujî hat şermezarkirin
Bi hezaran kesên bi pêşengiya Partiyên Siyasî yên Swîsreyê hatin cem hev, komkujiya li Enqereyê şermezar kirin û anîn ziman ku berpirsyarê komkujiye Serokkomarê Tirk Erdogan e. -
Li Stûttgartê gel li ser sindoqan e
Li bajarê Elmanya Stûttgartê, herikîna hilbijêrên HDP'yî ber bi sindoqan ve, dewam dike. -
Li Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina Komkujiya Enqereyê dewam dikin
Nerazîbûnên li hemberî komkujiya li Enqereyê dewam dikin. Li bajarên Elmanya Frankfûrt û Mannheîmê û li bajarê Fransa Avîgnonê, bi vê armancê meş hatin lidarxistin. -
Di komkujiya Enqereyê de 106 kesan jiyana xwe ji dest dan
Odeya Tabîban a Enqereyê ragihand ku di komkujiya 10'ê Cotmehê de heta niha 106 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û li nexweşxaneyan 89 birîndar tên dermankirin. -
'Pêwîst hêzên navneteweyî piştgiriya xwe ya ji Tirkiyeyê re qut bikin'
Li hemberî komkujiya Enqereyê li derveyî welêt nerazîbûn didomin. Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo kesên hatine qetilkirin konê taziyeyê hat vedan. -
Bagdû li cihê hat qetilkirin hate bîranîn
Kadîr Bagdû yê 14’ê Cotmeha 2014’an dema li Taxa Şakîrpaşa ya Edeneyê rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat belav dikirin hat qetilkirin, li cihê hat qetilkirin hate bîranîn. -
Rewşenbîr û saziyên Kurd komkujiya Enqereyê li Erîvanê protesto kirin
Li Erîvanê rewşenbîr û saziyên Kurd komkujiya Enqereyê protesto kirin. -
Ciwanên şoreşger li du deveran çalakiya qutkirina rê li dar xistin
Ciwanên Sosyalîst ên Şoreşger, bi armanca protestokirina komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê li Kadikoy û Ayazaga çalakiya qutkirina rê li dar xistin. -
PHKÊ komkujiya Enqereyê lanet kir
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî komkujiya Enqereyê şermezar kir û got, “Em bang li gelê xwe dikin ku tola şehîdên Enqereyê û hemû şehîdên şoreşê 1’ê Mijdarê ji AKP û dijminên gelê Kurd hilînin.” -
Hilbijêr li Swîsreyê çûna ser sindoqan didomînin
Li Swîsreyê dengdan di roja 7. de didome. Platforma Hilbijartinê ya Swîsreyê bang li hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî kir ku biçin ser sindoqan. -
Heyeta Ewropayî li Rojava ye
Heyeta siyasetmedar û akademîsyenên Ewropayê serdana hevserokatiya kantona Cizîrê kir. -
Di çalakiya ‘Edalet û ronîkirinê’ de li hember komkujiya Enqereyê bertek
Di çalakiya “edalet û ronîkirinê” ya Parîsê de komkujiya Enqereyê nehat jibîrkirin. -
Ji bo lêpirsîna komkujiya Enqereyê qedexeya weşanê
Serdozgeriya Komarê ya Enqere têkildarî lêpirsîna komkujiya Enqereyê biryara qedexeya weşanê ya demkî da.